Nûçeyên Iraqê

Opozisyona Sûrî biryara vekşandina ji Helebê dide

Komên opozisyona Sûrî roja Duşemê (5ê Kanûnê) biryara vekşandinê ji rojhilatê Helebê da tevî pêla pêşketina hikûmetê, piştî ku Mosko ragihandina hevdîtinan bi Waşingtonê re da li ser vekişandina ji bajêr, AFP ragihand.

Artêşa Sûriyê sê çarîkê rojhilatê Helebê girtiye û bi pêşketinê bi topbarana cihê mayî di destê opozisyonê de berdewam e.

Sergei Lavrov wezîrê derve yê Rûsyayê di rojên borî de got ku Mosko dê hevdîtinên bi Waşington re vê hefteyê li ser desnîşankirina ji bo vekişîna hemû şervanên opozisyonê ji Helebê lidar bixe.

"Dema ku li ser van rê û çarçeveyên demî bê lihevkirin, agirbest dikare were holê," Lavrov got:

Lê berpirs ji du girupên opozisyonên Helebê gotin ku ew dê hemu planên ku vekişîna çekdaran ji bajar li xwe digirin qebûl nekin.

Yasir Yûsif yê girupa opozisyonê ya Nûredîn Zinkî got ku tu pêşniyar "ji bo derketina girupên şoreşger nayên qebûlkirin".

"Şoreşger dê Helebê berneden" û dê her şer bikin heta "dawîn dilopa xwînê", Ebu Adil Rehman Hemamî yê Artêşa Islamê, girupeke din a opozisyonê, got.

Herdu berpirs gotin ku çekdarên opozisyonê hîn dixwazin plana NY bo derbasbûn alîkariyan ya mirovî bo rojhilatê qebûl bikin, ku ji navendê Tîrmehê ve ji aliyê rejîmê ve dorpêçkirî ye.

Li ser erdê li rojhilatê, hêzên Sûrî şerê çekdarên opozisyonên li navçeya Şaar dikirin, ku artêş nêzîkî tevahiya wê dorpêç kiriye piştî pêşketinan li şev.

Artêş roja Duşemê bi dijwarî êrîşî erdên opozisyonên mayî kirin bi êrîşên berdewam û topan bi awayekê ku dûkêlên bilind ji derveyê bajar ve jî diyar dikir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov dibêje ku herî kêmî 324 kes li rojhilatê Helebê di dema vê êrîşê de, di nav de 44 zarok, hatine kuştin.

Êrîşa opozisyonê li ser beşê rojavayê bajar ku di dest hikûmetê de ye bû sedema kuştina 73 kesan, di nav de 29 zarok, di heman demê de, rewangehê dibêje.

Biryar bû ku Encumena Ewlekariyê ya NY roja Duşema borî deng li ser reşnivîseke çareseriyê ji bo agirbesta ji bo heft-rojî li bajar bide.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500