Hêzên Iraqî li bajarê Hît heft çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Înê (8ê Tîrmehê) kuştin, Fermandariya Operasiyonên el-Cezîra ya artêşa Iraqê ragihand.
“Hêzên Iraqî operasyoneke bejayî pêk anîn ku têde veşargeh û malên DAIŞê li el-Dûlab, li rojavayê Hît kirin armanc, heft endamên DAIŞ kuştin û avêjereke gerok a rokêtan ligel çar otombîlan wêran kirin, di nav wan de yek bi teqemeniyan barkirî bû û hewl da ku êrîşî hêzên Iraqî bike,” fermandarê artêşê li deverê Lîwa Qasim el-Mihemedî ji el-Şurfa re got.
“Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî piştgirî dane operasiyonên artêşê di şeveqê de, û alîkarî di pûçkirina hewldaneke DAIŞ ji bo dorpêçkirina hêzên me de bi rêya bikaranîna du otombîlên bi teqemeniyan barkirî û otombîleke ku çekdar hildigirtin kirin,“ wî got.