Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî operasiyoneke berfireh li Enbarê ji bo derxistina DAIŞ destpê dikin

Operasiyoneke serbazî ya berfireh destpê kir ji bo derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji gundan li başûrê Hedîseyê û rojavayê Hîtê, Fermandariya Operasiyonên Enbarê roja Çarşemê (6'ê Tîrmehê) ragihand.

"Hêzên hevbeş ên Iraqî dest bi paqijkirin û rizgarkirina 19 gundên li deverên Firata Jorîn, rojavayê Enbarê, di nav de jî el-Dulab, el-Taliha, el-Maemariya û Cebah, tevî deverên din ên li başûrê Hedîseyê û rojavayê Hît jî kir," Fermandarê Operasiyonên Serbazî yên Enbarê Lîwa Îsmaîl el-Mehelawî got.

"Çekdarên DAIŞ di van deveran de hene lê belê ew dorpêçkirî ne," wî got.

"Operasiyon, ku şefeqa zû destpê kir, baş birêve diçe. Destkeftin, weke êrîşkirin li ser çendan asêgehên DAIŞ li wir û vegerandina wan bi alîkariya hêzên asmanî yên artêşê, hatibûn bidestveanîn," wî da zanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500