Nûçeyên Iraqê

Bêtirî 180 çekdarên DAIŞ li Girava el-Xalidiya hatin kuştin

Hêzên Iraqî bêtirî 180 endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di şerê rizgarkirina Girava el-Xalidiya de kuştin, Wezareta Hundir a Iraqî roja Sêşemê (2'ê Tebaxê) got.

"Bêtirî 180 endamên DAIŞê hatin kuştin, hejmarek ji otombîlên bi teqemeniyan barkirî û hin asêgeh hatin wêrankirin, û çekên wan ên giran û navincî, hawin û kemiyên mezin ji teqemeniyan di operasiyonên serbazî de ku bi rizgarkirina Girava el-Xalidiya xilas bûn hatin desteserkirin," wekîlê wezaretê Eqîl el-Xezalî di konferanseke rojnamevanî de ku li Girava el-Xalidiya, li rojhilatê Remadî, hat lidarxistin got.

El-Xezalî got ku di demeke nêzîk de dê pilaneke 90 rojî bê danîn jibo jinûavakirina deverê daku malbat bikaribin vegerin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500