Hêzên Iraqî Girava el-Xalidiya bi temamî ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin, fermandarê polîsên federal Lîwa Raed Şakir Cewdet roja Duşemê (1'ê Tebaxê) got.
"Em nûçeyeke baş ji xelkê Iraqê radighênin ku Girava el-Xalidiya bi hewlên hevbeş ên hemû beşên hêzên Iraqî hat rizgarkirin," Cewdet di daxuyaniyekê de got.
Girav, ku li rojhilatê Remadî ye, ji aliyê DAIŞ ve weke komgek û xaleke lihevcivandina çekdarên wê navbera Felûce û Remadî de dihat bikaranîn, wî got.
"Me pişta terorê li Felûca û Girava el-Xalidiya şikand, û şikestina wê li Mûsilê pêkane ye," wî got.