Nûçeyên Iraqê
Topic/IraqToday

Iraq pilana rizgarkirina rojavayê Enbarê bi dawî dike

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên Iraqî di dawiya şefeqê de kom bûne ji bo berdewamkirina pêşketina xwe ji bo rizgarkirina bajarokên li rojavayê Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Hêzên Iraqî di dawiya şefeqê de kom bûne ji bo berdewamkirina pêşketina xwe ji bo rizgarkirina bajarokên li rojavayê Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Iraq operasiyoneke serbazî pilan dike ji bo rizgarkirina deverên li rojavayê Enbarê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), ji bajarokên Ana û Rewa û gundên derdora wan heta bajarê el-Qayim li ser sînorê Sûriyê.

Hêzên hevbeş ên Iraqî gurzeke biêş gihandin DAIŞ bi rêya derxistina girûpê ji Felûca, ku asêgeha wê li Enbarê bû, di şerekî 34 rojî de, berpirsên Iraqî ji Mewtinî re gotin.

Operasiyona rizgarkirina Felûca, ku di 26'ê Hezîranê de temam bû, biser ket di şikandina hêza girûpê li parêzgehê de û qelskirina hebûna wê bi awayekî berbiçav, wan got.

"Hikûmeta Iraqê bi israr e ku DAIŞ ji tevahiya parêzgeha Enbarê derxe," berdevkê ajansa dijeterorê Sebah el-Numan got.

Gava bê dê pêşketin ber bi Rewa û Ata û aliyê li rojavayê parêzgehê ve be, wî ji Mewtinî re got.

Tê çaverêkirin ku di vî şerî de pêşketin bêyî zehmetî li van deveran were bidestxistin "ji ber ku morala DAIŞ bi temamî herifiye piştî şikestina wê ya dawî li Enbarê," wî got jî.

Dema ku were rizgarkirin û ewlekirin, wî got, rojavayê Enbarê dê bibe bingehek ji operasiyonên rizgarkirina bajarê Mûsilê re li bakurê welat.

Pilan ji bo pêşketin ber bi rojavayê Enbarê ve

Gelek yekîneyên fermandariya operasyonên el-Cezîra û el-Badiya li Enbarê liqayî hev hatin ji bo amadekarî ji şerê rizgarkirina beşên rojavayê parêzgehê, Nazim el-Cuxeyfî, fermandarê lîwaya Hedîsa got.

Wan lihev kir ku operasiyona serbazî piştî Remezanê destpê bikin, wî ji Mewtinî re got.

"Amadekarî ji bo tevlîkirina ketîbeyeke zirxkirî di nav fermandariya operasiyonên el-Cezîra de berdewam e weke amadekariyekê ji şer re, ku dê hin hêzên ji Firqeya 7'an û yekîneyên piştgiriyê têde beşdar bibin," wî got.

Operasiyonên serbazî ji gundê el-Zawiya re, ku 25 kîlometran li rojavayê Hedîsa ye, dê werin diyarkirin ku çekdarên DAIŞ ên ku ji Hît reviyabûn di dema rizgarkirina wê de li wê derê kom bûne, wî got.

Endamên DAIŞ bingeha operasiyonên xwe ji Hît veguhestine el-Zawiya, wî got, "û ew kirine bingeha xwe ji bo pêkanîna operasiyonên xwe yên terorê, ji ber vê yekê ev gund bûye armanceke girîng di her gaveka serbazî de ber bi rojava ve".

Operasiyon dê piştre el-Segra, ku nêzîkî 40 kîlometran ji Hedîsa dûr e, bikin armanc, wî got.

Lîwaya Hedîsa dê erdan li van herdu deveran bigre piştî ku bên rizgarkirin, wî got jî, di dema ku hêzên Iraqî pêşketina xwe ber bi Rewa û Ana, û heta el-Qayim ve berdewam bikin.

Di xwevekişandinê de, DAIŞ tektîkan diguhere

Li şûna rûbirûbûna hêzên Iraqî, el-Cuxeyfî pêşbînî kir, DAIŞ dê bi awayekî zêde berê xwe bide bombekirina xaniyan û çandina bombeyên bidestçêkirî ji ber ku hejmar û morala çekdarên wê daketine.

Ji ber vê tektîkê hişyariyeke ji nêz ve ji yekîneyên endazyariya serbazî ku berpirsiyarên pûçkirin û rakirina van teqemeniyan e tê xwestin, wî got, dibe ku ev yek heta astekê bibe asteng li ber pêşketina hêzên Iraqî ber bi armancên xwe ve.

"Agahiyên îstixbaratî piştrast dikin ku çekdarên DAIŞ amade ne dest bi revînê ji Rewa û Ana bo el-Qayim anjî bajarê Mûsilê li parêzgeha Neynewa bikin," wî got.

Encumena parêzgeha Enbarê tirsa xwe ya ji wê yekê ku dibe şer krîzeke awarebûnê ya nû çêbike anî ziman, ku dê bêtirî karînên xwecihî yên ji bo hewandina awareyan be, û daxwaza piştgiriyeke bêtir ji hikûmeta federal kir.

Dibe ku rizgarkirina Rewa û Ana pêleke nû ya awarebûnê çêbike, berdevkê encumenê Îd Emaş ji Mewtinî re got.

Di vê çarçoveyê de, wî got, "divê hikûmeta federal hewldanên bêtir bike ji bo piştgiriya hikûmeta xwecihî di peydakirina penagehekê de ji awareyan re".

Bi hezaran kes aware bûne bi destpêkirina operasiyonên serbazî yên vê dawiyê, di nav de rizgarkirina Felûce, wî got, ku ew barê rêveberiya xwecihî ya Enbarê girantir dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500