Nûçeyên Iraqê

Otombîleke bombekirî 10 kesan li bajarokekî Sûriyê dikuje

Otombîleke bombekirî herî kêm 10 kes roja Çarşemê (29'ê Hezîranê) kuşt li bajarokekî Sûriyê li nêzî sînorê Tûrkiyê ku di destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye, ku hevpeymaniyeke Erebî-Kurdî ye, AFP ragihand.

Neh kesên din di êrîşa li Girê Spî (Tel Ebyed) de birîndar bûn, ku ew bajarok di Hezîrana par de ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatibû standin, Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Berpirsekî HSD'ê got ku otombîla bombekirî li derveyî ofîsên rêveberiya xweser a Kurdî li ser cadeya sereke ya bajarok hat teqandin. Wî got ku neh kes hatin kuştin.

Hevdem, çekdarên DAIŞ li hember êrîşeke opozîsiyona Sûriyê ji bo kontrolkirina rêyeke sereke di navbera Sûriyê û Iraqê de sekinîn, Çavdêrgehê roja Çarşemê got.

Artêşa Sûrî ya Nû, bi piştgiriya êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê, li erdên bin destê DAIŞ de li nêzîkî dergehê sînorî yê Elbû Kemal bi şevê pêş ket, "bi hevahengiyê ligel aliyê Iraqî re".

Çavdêrgehê got ku wê artêşê dest danî ser balafirgeha biçûk el-Hemdan a nêzîk, lê DAIŞ di nîvroya Çarşemê de ew vegerand.

Serokê Çavdêrgehê Ramî Ebdulrehman got ku yekîneyên artêşê hîn di nav parêzgeha Dêrezorê de ne ku Elbû Kemal têde ye, lê neçar bûn ku xwe vekişînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500