Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî 13 kes yên li devera di bin destê opozîsyonê de li rojhilatê Helebê dikujin

Herî kêm 13 kes, di nav de neh zarok, di êrîşên asmanî de li ser rojhilatê Helebê ku di bin destê opozîsyonê de ye roja Înê (5ê Tebaxê) hatin kuştin, Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Ev mirina dawî ya sivîlan di demekê de tê ku çekdarên opozîsyonê, di nav wan de hin grûpên tundrê hene, êrîşekê pêk tînin ji bo şikandina dorpêça rejîmê ya ku 17ê Tîrmehê destpê kiribû.

Di nameyeke dengî de ku roja Înê hat belavkirin, Ebû Mihemed el-Colanî, serokê baskê berê yê Qaîde li Sûriyê, soz da ku operasyon dê di demeke nêzîk de biserkeve.

Êrîşê roja Yekşemê destpê kir û taxa Ramûsa kire armanc ku rêya alîkariyê ya sereke bo beşa rojava ya bajêr ku di bin destê rejîmê de ye lixwe digre.

Piştî hinek pêşketinên destpêkê hêzên rejîmê çekdarên opozîsyonê paşve vegerandin, ku di nav wan de tundrêyên ji grûpa Colanî hene, ku niha bi navê Cebhet Fetih el-Şam tê naskirin.

Li gorî Çavdêrgehê, herî kêm 112 sivîl, di nav de 33 zarok, li Helebê hatine kuştin ji herdu aliyan ve ji dema destpêkirina êrîşa opozîsyonê roja Yekşemê ve.

Li cihekî din ji parêzgeha Helebê, Çavdêrgehê got, hevpeymaniyeke Erebî-Kurdî di nav Menbica baregeha "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de pêş dikeve.

Serokê Çavdêrgehê Ramî Ebdul Rehman got ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) niha 70% ji wî bajarokî girtine.

"DAIŞ derbasî qonaxa xwe ya dawî li bajarokê Menbic bûye," wî ji AFP re got, anî ziman jî ku DAIŞ hejmarek ji sivîlan li wê derê weke mertalên zindî hiştine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500