Nûçeyên Iraqê

DAIŞê teqîna xwekujî ya xwîner li ser sînorê Sûriyê girte stûyê xwe

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Duşemê (15ê Tebaxê) berpirsiyariya êrîşa xwekujî ku bêtirî 30 şervanên opozîsyona Sûriyê nêzîkî sînorê Tirkiyê kuştin girte stûyê xwe, AFP ragihand.

DAIŞê ew êrîş di daxuyaniyekê de li ser medyaya civakî girte stûyê xwe.

Teqînê şeva Yekşemê li ser deriyê sînorî yê Etme navbera Tirkiye û parêzgeha Idlib a bakurê Sûriyê çêbû, li gorî Çavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirov.

Çavdêrgehê got ku şervanên opozîsyonê bi basan diçûn Tirkiyê, piştre vegeriyan Îzaza asêgeha opozîsyonê li parêzgeha Helebê.

Êrîşê 32 şervanên opozîsyonê kuştin di dema ku derbasî Tirkiyê dibûn, çavdêrgehê got, anî ziman jî ku hejmara kuştiyan dibe ku zêde bibe ji ber ku birînên şervanên din giran in.

Ev çend meh in ku DAIŞê hewl dide ku di erdên bin destê opozisyonê de li parêzgeha Helebê pêş bikeve, bi taybet jî li bajarên Îzaz û Marea nêzîk.

Di operasyoneke mezin de li Gulanê DAIŞê Marea dorpêç kir, lê hêzên opozîsyonê ew êrîş piştî mehekê vala derxistin piştî ku cebilxane ji hevpeymaniyê wergirtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500