Nûçeyên Iraqê

Di teqîna DAIŞ da ya nêzî sînorê Sûriyê ûTirkiyê 29 kes hatin kuştin

Herî kêm 29 şervanên opozisyona Sûriyê hatin kuştin û 20 kesên din jî di teqîna li deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re roja Pêncşemê (6ê Cotmehê) birîndar bûn, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku nexuya bû bê sedema teqîna li dergehê Etmê yê di navbera Tirkiyê û parêzgeha Idlib a li bakurê Sûrîyê çiye.

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) berpirsiyariya teqînê li xwe girt, û da zanîn ku otomobîleke bombekirî di kêliya derbasbûna şervanên opozîsyonê de bo Sûriyê teqiya.

Ajansa nûçeyan a Anadol li Tirkiyê got ku teqîna kujêner di dema "guhertina pasîvaniyê de" di nav şervanên opozisyona Sûriyê de li herêmê pêk hat.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500