Nûçeyên Iraqê

Opozîsiyona Sûriyê rêyeke sereke ji nûvekir piştî derxistina DAIŞ

Şervanên opozîsiyona Sûriyê roja Çarşemê (8ê Hezîranê) "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji du gundên nêzîkî sînorê Tirkiyê derxistin, rêyeke sereke li bakurê Helebê ji nûvekirin, li gorî raporteke AFP.

DAIŞ gelek gund di navbera bajarokên Mariê û Ezaz de ku di bin destê opozîsyonê de bûn di 27'ê Gulanê de kontrol kirin, û xeta piştgiriya hêzên opozîsiyonê li Mariê bi Tirkiyê re birîn û bi hezaran kes neçar kirin ku birevin.

Sibeha Çarşemê, şervanên opozîsiyonê dest bi êrîşên hevdem ji herdu bajarokan kirin ji bo derxistina çekdarên DAIŞ, Çavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirov got.

DAIŞ "bi xurtî şer nekir, lê xwe vekşand, ji ber ku ew rastî êrîşan li çend bereyan li bakurê Sûriyê tên", serokê Çavdêrgehê Ramî Ebdulrehman got.

DAIŞ hêleke erdê li ser sînorê Tirkiyê, ji hin beşan ji parêzgeha Helebê heta el-Reqa li ser çemê Firatê li aliyê rojhilat, kontrol dike lê ew girûp di bin guvaşeke mezin de ye ji aliyê êrîşên hevdem ve ku metirsiyê li ser xetên piştgiriya wê li deverê çêdikin.

Hevpeymaniyeke opozîsyonê ya Erebî-Kurdî ber bi bajarokê Minbic ê ku di destê DAIŞ de ye pêş dikevin weke hewlekê ji bo birîna alîkariyên lserbazî û darayî li ser girûpê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500