Nûçeyên Iraqê

Şerekî giran li ser rêyeke sereke ya Helebê derket tevî agirbesta rejîmê

Artêşa Sûriyê pêşketin di meda agir de li ser take rêya piştgiriyê ya opozîsiyonê bo Helebê bidest xist di dema şerekî giran de roja Pêncşemê (7'ê Tîrmehê) de, tevî ragihandina agirbestekê di bênvedana Cejna Remezanê de, AFP ragihand.

Girûpa opozîsyonê ya Islamî Ceyş el-Islam got ku çar şervanên wê hatine kuştin dema ku wan hewl didan nehêlin artêş Rêya Kastêlo qut bike, ku take rê ber bi deverên di bin destê opozîsyonê de li Helebê ye.

Agirberdana opozîsyonê li ser taxa Seyf el-Dewla ya bin destê rejîmê sê kes kuştin, Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Artêşê roja Çarşemê ragihand ku ew çavdêriya agirbesteke li seranserê welat bo dema 72 saetan ji bo bênvedana Cejna Remezanê dike. Lê şer li ser erdê berdewam e, bi taybet li Helebê û derdora wê.

Hêzên rejîmê ev bêtirî du salan in ku hewl didin Rêya Kastêlo bigrin, û Çavdêrgehê got ku pêşketina wan a roja Pêncşemê ew bêtirî her demeke din ji armanca wan nêzîk kir.

Girtina girekî ku tenê kîlometrekê dûr e ji aliyê rejîmê ve dihêle ku hêzên wê bikaribin fîşekan biavêjin tevgera çûnûhatinê ji erdê û herwiha asman ve, Çavdêrgehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500