Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê li cihên Kurdî didin bo roja duyemîn

Balafirên şer ên rejîma Sûriyê bajarê Hesekê yê li bakurê rojhilat bo roja duyemîn bombebaran kirin roja Înê (19ê Tebaxê), cihên di destê hêzên Kurdî de armanc girtin, AFP ragihand.

Rojnamevanekî ji Hesekê got ku di dirêhajiya rojê de dibe ku heşt êrîşên asmanî hatibin bihîstin, piraniya wan li ser taxên başûrê rojavayê bajêr bûn.

Piraniya bajarê Hesekê, ku paytexta parêzgeha li bakurê rojhilat e ku xwedî heman nav e, di destê hêzên Kurdî de ye, lê belê beşê mayî di destê çekdarên alîgirên Serokê Sûriyê Beşar Esed in.

Ji Çarşemê ve, pevçûn navbera herdu hêzan li bajar çêbûn, 23 sivîl, ku di nav wan de neh zarok û 16 çekdar kuştin, Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Çavdêrgehê got ku bi hezarên xelkê bajêr dest bi revê ji Hesekê kirin, ku nan nemaye û elektrîk qut bûye.

Êrîşên rejîmê hiştin ku balafirên şer ji hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dike destêwerdanê bike ji bo parastina hêzên Kurdî yên ku bi hêzên hevpeymaniyê re kar dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500