Nûçeyên Iraqê

DAIŞ êrîşa kujêner li Heseka Sûriyê digre stûyê xwe

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Çarşemê (6'ê Tîrmehê) teqîneke xwekujî ku bû sedema kuştina herî kêm 16 kesan li bajarê Hesekê yê Sûriyê girte stûyê xwe, AFP ragihand.

Teqîna êvara Sêşemê li derveyî firinekê li Salihiyê, ku taxeke Kurdî ye, rûda ku kombûneke mezin li wir hebû û xwe ji bo şikandina rojiya xwe amade dikirin di roja dawî de ji Remezanê.

Êrîşkar, ku li ser motorsîkilekê bû, kemera xwe ya bombekirî di nav kombûnê de teqand, herî kêm 16 kes kuşt û 40 kesên din birîndar kir, Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Pazdeh ji wan hîn di rewşeke xirab de ne, Çavdêrgehê got.

DAIŞ berpirsiyariya xwe ji êrîşê di daxuyaniyekê de di medyaya civakî de ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500