Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke asmanî li nêzî dibistanekê li Idliba Sûriyê16 zarok kuştin

Êrîşeke asmanî li nêzî dibistanekê da li parêzgeha Idlibê li bakur-rojavayê Sûriyê îro Çarşemê (21ê Adarê), û herî kêm 16 zarok kuştin, AFP ragihand.

"Bîst sivîl, 16 ji wan zarok bûn, hatin kuştin di êrîşeke asmanî de li Kefir Betîx li parêzgeha Idlibê," Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdel Rehman got ku êrîşa asmanî li rêbenedeke Tehrîr el-Şam da, ew hevbendiyeke ku Eniya Nusra ya berê tê de serdest e.

Ne diyar e ku gelo êrîşa asmanî ji aliyê rejîma Sûriyê ve pêk hatiye yan hevalbenda wê Rûsya ve.

Ebdel Rehman got ku êrîşa asmanî li zarokan de li nêzî dibistanekê.

"Zaroka herî mezin 11-salî bû," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500