Nûçeyên Iraqê

Derxistinên ji ber sedemên bijîşkî li Xûtaya Rojhilatî dest pê dikin

Karkerên alîkarîyê dest pê kirine rewşên bijîşkî yên tengav ji Xûtaya Rojhilatî, devereke li jêr kontrola opozîsyonê ye ji alîyê rêjîma Sûrî ve dorpêçkirî ye, der dixin, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor îro çarşemê (27ê Kanûna Yekem) got.

Ev gav piştî gelek mehan ji bendewarîyê tê, di dema ku NY got ku 16 kes mirin, AFP ragihand.

Sê zarok di nav her çar nexweşên ku divê ji Dûmayê bên derxistin de bûn û ber bi nexweşxaneyê ve li Şamê çûn, karmendê Xaça Sor, Ehmed Saûr, got.

Komeleya Bijîşkî ya Amerîkî ya Sûrî got ku proseyên derxistinê "29 haletên giran, ên ku destûra derxistina ji ber sedemên bijîşkî bo Şamê ji wan re hatibû peydakirin dihewandin".

Wê got ku yên mayî dê di van rojên tên de werin derxistin.

Koma opozçsyonê ya serdest a li Xûtaya Rojhilatî, Ceyş el-Îslam, got ku opozîsyon qayil e ku girtîyên xwe azad bike ji dêvla proseyên derxistinê.

Xûtaya Rojhilatî ji sala 2013an ve dorpêçkirî ye, ev yek bû sedema kêmbûneke dijwar di warê xwarin û derman de ji niştecîyên wê re, yên ku hejmara wan 400,000 kes e.

Hefteya bûrî, Jan Egeland, serokê hêza erkdar bi karûbarên mirovî ya girêdayî NY li Sûriyê, hişyarî da ku herî kêm 16 kes mirine, dema ew li bendî bûn ku ji Xûtaya Rojhilatî werin derxistin.

Wî got ku listeya berî çend mehên dora 500 kesên sivîl ên ku hewcedarîya wan ya lezgîn heye ku werin derxistin bi awayekî bilez kêm dibe.

"Hejmar kêm dibe, ne ji ber em xelkê derdixin, lê ji ber ew dimirin," wî got. Me piştrast kiriye ku 16 kes ji van lîsteyan mirine ji çaxa ku me di Mijdarê de careke din navên wan pêşkêş kirine û dibe ku hejmar ji vê yekê bilindtir be.

Egeland got ku proseyên derxistinê û hewldanên ku alîkarîyê bînin deverê hatine rawestandin ji ber destûr ji alîyê desthilatdarîyên Sûrî ve tune ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500