Nûçeyên Iraqê

Êrîşên Sûriyê belavkirina alîkariyên xwarinê li Dareya asteng kirin

Rejîma Sûriyê bajarokekî di bin destê opozîsiyonê de li derveyî Şamê bombebaran kir roja Înê (10ê Hezîranê), nehişt ku xelkê dorpêçkirî alîkariyên xwarinê bistînin, li gorî AFP.

Karwaneke alîkariyên xwarinê bi razîbûna Şamê gihişte bajarokê Dareya derengiya Pêncşemê ku ew cara yekemîn ji dema dorpêça rejîmê li ser wî bajarokî ve di sala 2012'an.

"Bombebarankirineke bêserûber a tund bi bermîlan li ser bajarok ji 9'ê sibehê ve li gorî dema xwecihî heye," endamê encumena xwecihî Şadî Meter got, û Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov dibêje herî kêm 20 bermîlên bombekirî belavkirina alîkariyên xwarinê sekinandin.

"Alîkariyên ku encumenê wergirtine hîn nehatine belavkirin ji ber tundbûna êrîşan," Meter got, anî ziman jî ku êrîş berdewam in.

Çend kamyon roja Pêncşemê derbasî Dareya bûn ligel "alîkariyên xwarinê, di nav wan de madeyên xwarinê yên hişk û ard, alîkariyên din weke pêdiviyên bijîşkî", rêveberê operasiyonên Heyva Sor a Sûrî Temam Mihriz got.

Karmendekî Programa Xwarinê ya Cîhanê got ku karwanê 480 sebetên xwarinê ji bo 2,400 kesan bo dema mehekê lixwe digirt.

Ofîsa Mirovahî ya NY (OCHA) roja Înê got ku ajansa wan hîn li benda ruxsetê ji Şamê ye ji bo gihandina alîkariyan ji du deverên dorpêçkirî re.

"NY dikare bigihe 17 deveran ji eslê 19 deverên dorpêçkirî," berdevkê OCHA Jens Laerke got.

Rejîmê hîn bi nivîskî ruxset nedaye ji bo taxa el-Waer li parêzgeha Humsê û Zebedanî li derdora Şamê, NY got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500