Nûçeyên Iraqê

Karwana alîkariyê ya yekem derbasî Dareya Sûriyê bû ji 2012'an ve: Xaça Sor

Karwaneke alîkariyên mirovahî roja Çarşemê (1ê Hezîranê) derbasî bajarokê Dareya li Sûriyê bû ku di bin destê opozîsyonê de ye, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor (ICRC) got, ev yekem alîkarî ye ku derbas dibe ji dema destpêkirina dorpêça rejîmê sala 2012'an ve.

NY meha borî hişyarî dabû ku eger wê ti pêşketinek di derbasbûna alîkariyên mirovahî de ji bo deverên dorpêçkirî nedît heta 1ê Hezîranê, ew dê ji Programa Xwarinê ya Cîhanê daxwaz bike ku alîkariyên hewayî bavêje, li gorî AFP.

Her yek ji tîmên NY û Heyva Sor a Erebî ya Sûrî di gihandina alîkariyan de beşdar bûn, ICRC got.

Li gorî encumena xwecihî ya wî bajarokî, karwan tenê ji pêdiviyên bijîşkî pêk dihat.

Nêzîkî 8,000 kes li bajarok dijîn, ku dikeve başûrê rojaveyê Şamê.

Di demeke zûtir de roja Çarşemê, agirbesteke 48-saetan li Dareya hat ragihandin ji bo garantîkirina gihandina alîkariyan bi selametî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500