Nûçeyên Iraqê

NY gihandina xwarinê bi rêya firokeyan li Dêrazora Sûriyê didomîne

NY roja Sêşemê (31ê Kanûna Duyem) got ku wê avêtina alîkariyên herî pêwîst bi rêya frokeyan ji Dêrazora Sûriyê re dewam kir piştî zêdetirî du hefteyan ji sekinandina gehandinan alîkariyan bi sedema şerên giran, li gorî AFP.

Programa Xwarinê ya Cihanî ya NY roja 15ê Kanûna Duyem avêtina pakêtên xwarinê ji bajarê rojhilatî re ji ber şerên giran ên piştî êrîşeke dijwar a "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) sekinandin.

DAIŞ Dêrazorê û her 100,000 niştecihên wê ji 2015an ve dorpêç kirine û ji niha ve kontrola beşên gelek mezin ên bajar dike, lê belê di destpêka vê mehê de zêdetir ber bi erdên di destên rejîmê de bi pêşket, ew jî bû sedema pevçûnên dijwar û bombebarankirinên giran ji aliyê rejîm û alîgirên wê ve.

Programa Xwarinê ya Cihanî got ku wê roja Yekşemê avêtina xwarinê -- bi tenê rê bo derbaskirina alîkariyê bo bajar -- piştî dîtina "cihekî ewletir ji avêtinê re" dewam kir.

"Em kêfxweş in ji ber ku em dikarin xwarina ku jiyanê diparêze û hinek alîkariyên din ji vî bajarê dorpêçkirî re peyda bikin," berdevka NY Betina Luetscher got.

Wê got ku ajansê nedikarî zona kevin a avêtina bikar bîne ji ber "metirsiya cidî ya li ser xwebexşên li ser erdê".

Ji dema destpêkirina gehandinan bo Dêrazorê ji Nîsana borî ve, NY 179 caran xwarn avêtiye, ku ji 3,340 tonên xwarinê û alîkariyên din pêk dihat, û wê piştgiriya dora 93,500 kesî dikir, ajansê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500