Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Brîtanya belgehine têkildarî şana "Beatles" a DAIŞê ji Amerîkayê re dişîne

AFP

Diane Foley, dayîka rojnamegerê Amerîkî James Foley ku ji alîyê endamên DAIŞê ve hat kuştin, gotinekê li Free Press Live li Koşka Aştîyê li Lahayî di 2yê Mijdara 2017an de dide. [Remko de Waal/ANP/AFP]

Diane Foley, dayîka rojnamegerê Amerîkî James Foley ku ji alîyê endamên DAIŞê ve hat kuştin, gotinekê li Free Press Live li Koşka Aştîyê li Lahayî di 2yê Mijdara 2017an de dide. [Remko de Waal/ANP/AFP]

Brîtanya Sêşemê (22yê Îlonê) delîlin derbarê têkilîya du endamên şaneke kuştinê ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ)ê ya bi navê "Beatles" radestî Amerîkayê kirin, ku rê li ber dadgehkirinê vedike piştî ku Waşington dîyar kir ku tu niyeta wê ya bidarvekirina wan tune ye.

Delîlên girêdayî El Şafiyî Elşêx û Alexanda Kotey "aniha bo Amerîkayê hatin veguhestin", wekîla Wezareta Hundir a Brîtanyayê Priti Patel li ser Twitterê ragihand.

Wê got "ji dil hêvî dikim ku aniha dadwerî bo qurbanîyan û malbatên wan bi cih were".

Veguhestina madeyan bi armanca ku alîkarîyê bidin dadgehkirina herduyan -- ku ji welatîbûyîna Brîtanî hatine bêparakirin -- piştî dayîka Elşêx dozeke dadwerî li pêşberî Dadgeha Bilind a Londonê ji dest bir hat.

Parêzerên Meha Elcizûlî ji dadgehê re got inku biryara Patel a veguhestina delîlan yasaya Parastina Datayên Brîtanî bin pê dike.

Lê dadgeran biryar da ku ev yek di nava mafên wekîla wezareta hundir de ye.

Li gorî deqa darizandinê, "serencama ku dibêje heta eger dadgehkirina Elşêx li Înglîzsitanê hatiba kirin, dê veguhestina datayan bo desthilatên Amerîkî pêwîst û guncan bimîne, hîn jî encameke ku bi awayekî guncan ji wezîrê derve re vekirî ye".

Astengîyeke yasayî ku du salan derbarê herduyan de dirêj kir -- yên li cem hêzên Amerîkî li Îraqê girtî ne -- meha borî hat şikandin gava Dozgerê Giştî Bill Barr got ku ew dê neyên bidarvekirin piştî ku em darizandinê li Amerîkayê pêk bînin.

Lê wî hişyarî da ku eger delîlên Brîtanî heta15 Cotmehê neyên parvekirin, Kotey û Elşêx dê werin dadgehkirin û egerî heye ku li Îraqê werin bidarvekirin.

Destwerdana Barr bar avêt ser milê Patel da bibîne ku gelo pergala Brîtanî dikare nerazîbûna dadwerî ya dayîka Elşêx pêşkêş kiribû red bike û delîlan par ve bike, ku hat gotin ew bi desthilatên Amerîkî re li telefonan guhdarî dike.

Amerîka dixwaze herduyan ji ber kuştina rojnamegerên bi navê James Foley û Steven Sotloff û xebatkarê alîkarîyê mirovî Peter Kassig ku di navbera salên 2014 û 2015an de darizîne.

Şana çar-endam a Kotey û Elşêx navê "Beatles" ji alîyê dîlgirtîyên wan lê hat kirin ji ber devoka wan a Brîtanî. Wan qurbanî eşkence dikirin û dikuştin, di nav de serjêkirin, û DAIŞê jî vîdyoyên mirinê bo armancên propagandayî belav dikirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500