Nûçeyên Iraqê

Amerîka endamê koma "Bîtilz" a bi ser DAIŞ ve kire lîsta reş de

Amerîka roja Sêşemê (10ê Kanûna Duyem) endamê Brîtanî yê li jiyanê yê koma revandinê ya ser bi "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku bi navê "Bîtilz" tê naskirin û gefeke terorîstî cîhanî çêdike xiste nav lîsta reş de, AFP ragihandin.

Wê Cîhadiyê Brîtanî Gînî Alexanda Amon Kotey yê 33- salî weke endamekî yekîneya DAIŞ ya ku 20 dîl li Sûriyê serjê kirin hejmart.

Di nav wan kesên kuştî de sê Amerîkî - herdu rojnamevan James Foley û Steven Sotloff û karmendê alîkariyê Peter Kassig - û du karmendên alîkariyê yên Brîtanî David Haines û Alan Henning hebûn.

Hinek ji komên dîlgirtinê hatin berdan û piştre diyarbû ku dîlkerên wan bi devokên Brîtanî diaxivîn û bi navê koma rokê Bîtilz ya salên 1960 ji aliyê qurbaniyên wan ve hatin binavkirin .

Rêberê girûpê û celadê herî xerab, Muhemed Emwazî an "Johnê cîhadî", par di êrîşekê de ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê DAIŞ dike hat kuştin.

Lê belê, li gorî texmînên Amerîkî, ji dayikbûnyê Londonê Kotey hê jî li Reqa ya Suriyê yan li cihekî nêzî wê jiyan dike.

"Weke pasevanê şanê, bibe ku Kotey di koma sêdarekirinê û awayên îşkenceya gelek dijwar, di nav de şoka elektrîkê û binavkirinê de bû," daxuyaniyê got.

Herweha Kotey bi çend navên din naskirî ye, di nav wan de Ebu Salih el-brîtanî. Ew li navçeya Paddington ya Londonê ji dayik bûye û hilgirê regeznameyên Brîtanî, Xanî û Qubirsa Yonanî ye.

Weke" Terorîstekî Cîhanî", qedexe ye welatiyên Amerîkî ligel wî danustandinê bikin û parastina zagona cîhanî hatiye agahdarkirin ku ew "bi awayekî çalak di karê terorî de beşdar e".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500