Nûçeyên Iraqê

Du çekdarên DAIŞê yên Biritanî li Sûriyê hatin girtin

Du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên Birîtanî yên ku endamê şaneke revandinê ya bednav bûn ji ber wê wêne ji operasyonên serjêkirinê re dikşandin li Sûriyê hatin girtin, AFP roja Pêncşemê (8ê Şibatê) ragihand.

Her du endamên komê yên ku hîn li meydanê bûn, Aleksanda Amon Kotey and El Şafî el-Şêx, di meha Kanûna Duyem de li rojhilatê Sûriyê ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) hatin girtin, berpirsyarekî wezareta berevanîyê ya Amerîkî roja Pêncşemê piştrast kir.

Bawerî heye ku ev cot di "girtin, kedxwarî û îdamkirina girtîyên Rojavayî de beşdar bûbûn", berpirsiyar di daxuyanîyekê de got.

Herwiha "bawerî heye ku ew herdu destên wan weke pasvan û wergêr di dîlkirina neqanûnî ya girtîyên Rojavayî de hebû û dibe ku têkilîyên wan bi terorîstê Biritanî re yên ku gelek caran bi navê 'Conê Cîhadî' tê naskirin hebe," berpirsiyar got.

Sala borî, Wezareta Derve ya Amerîkî got ku "dibe" Kotey di îdamkirinê de beşdar bûbe û "bi awayekî awart rêbazên êşkencekirinê yên dijwar bikar anîbe, di nav wan de şoka kehrebeyî û binavkirin", dema wî pasvanîya girtîyên komê dikir.

Ji endamên şanê ên din, Mihemed Emwazî --"Conê Cîhadî" -- di êrîşa hevpeymanîyê de di sala 2015an de hat kuştin û Aine Davis li Tirkîyayê hat girtin.

Bi giştî, şanê bi bêtir ji 20 girtîyên biyanî daye û satandiye di navbera salên 2014-2015an de, tê ragihandin ku wan milyonên dolaran ji dayînên fidyeyê bi dest xist.

Girtîyên ku man sax ragihandin ku ew hatin lêdan û êşkencekirin. Di nav kesên hatin kuştin rojnamegerên Amerîkî James Foley û Steven Sotlof, rojnamegerê Yabanî Kenji Goto û karkerên Birîtanî yên di warê alîkarîyê de kar dikirin David Hênes and Alan Hening.

"El-Şafî el-Şêx and Kotey nimûne ne ji beşekî piçûk ji sedên terorîstên DAIŞê yên bi asil biyanî ne ji gelek dewletên ku di qadên şer de ji alîyê QSD ve li rojhilatê Sûriyê ji sala 2017an ve hatin girtin," berpirsiyar got.

Wezareat derve ya Brîtanî qebûl nekir ku girtina wan piştrast bike, berpirsyarekî got ku ew halatên takekes yan ên hîn li jêr peygerînê ne şirove nake.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500