Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îraq û Amerîka hevparîya xwe bi rêya dîyaloga stratîjî xurt dikin

Faris Omeran

Serokê parlemanê Îraqî Mohemed Helbûsî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di civînê de dema serdana Pompeo ya 2019an bo Îraqê. [Wêne ji parlemana Îraqî hatiye wergirtin]

Serokê parlemanê Îraqî Mohemed Helbûsî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di civînê de dema serdana Pompeo ya 2019an bo Îraqê. [Wêne ji parlemana Îraqî hatiye wergirtin]

Dîyaloga stratîjî ya di navbera Îraq û Amerîkayê ku 1ê Hezîranê dest pê kir destpêkeke nû ye bo hevparîya dualî û dê xizmeta berjewendî û pêşeroja herdu welatan bikin, şirovekaran ji Diyaruna re ragihand.

Dîyalog dê "hemû mijarên stratîjî yên di navbera her du welatan de çareser bike", Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di daxuyanîyekê de roja 7ê Nîsanê ragihand.

Ev yekhebûna hêzên Amerîkayê di pêşerojê de, û çawa baş e ku ew piştgirîya serbixweyî û serwerîya Îraqê bike dihundirîne.

Dîyalog xwe dispêre pirensîpên di Rêkeftina Çarçoveya Giştî ya sala 2008an de ya di navbera her du welatan de li ser wan hatiye lihevkirin, û di demekê de tê ku Îraq li hember petaya vayrûsa Koronayê (COVID-19) û daketina dahatên neftê li ber xwe dide.

Şêwirmendekî serbazî yê artêşa Amerîkî serpereştîya waneyekê bo polîsê Federal di 21ê Adara 2018an de dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hevpeymanîya Navdewletî hatiye wergirtin]

Şêwirmendekî serbazî yê artêşa Amerîkî serpereştîya waneyekê bo polîsê Federal di 21ê Adara 2018an de dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hevpeymanîya Navdewletî hatiye wergirtin]

Her du welat hewl didin ku bi hev re kar bikin bo her ziyaneke gihiştîye destketîyên di warê xebatên hevbeş de bo têkbirina Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û welat seqamgîr bikin.

Mijarên berjewendîyên hevbeş tên nîqaşkirin di nav de mijarên siyaset, aborî û çandî, şirovekarê di warê ewlehî de Sermed Beyatî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku biryar e ku dê gotûbêj li ser çar astan werin lidarxistin û dê bibin encama rêkeftineke giştgîr û tevgir.

Wî got ku ji berê de hevtêgihiştin li dor gelek mijaran heye, bi taybetî hevkarîya aborî, û dê li ser wan were avakirin bi armanca hêsankirina gavên dualî yên ku dê di xizmeta herdu welatan de bin.

Misogerkirina berjewendîyên herdu welatan

Dîyaloga Îraqî Amerîkî planekê bo qonaxeke pêşketî di pêwendîyên dualî de nexşe dike, ku dê di xizmeta berjewendî û pêşeroja herdu welatan de be, Sair Beyatî, emîndarê giştî yê Encumena Êlên Ereb li Selahedînê, got.

Derencamên dîyalogê, di nav de rêkeftinname û biryarnameyên hevkarîyê, dê nebin şûngirên rêkeftinnameya 2008an, lê dê wê bi hêztir û temam bikin, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Em hêvî dikin ku Amerîkadê, bi rêya hevkarîya nû, berdewam be di piştgirîkirina avakirina hêzên ewlekarîyê de" û di pêşxistina karînên wan de, wî got.

Beyatî got ku hêvî ew e ku Amerîka "dê roleke girîng di nûavakirina welatê me de bigerîne bi rêya bûjandina sektorên çandinî, pîşesazî, wize û herwiha sektorên xizmetguzarî yên serekî".

Wî teqez kir ku sektorên perwerde û niştecihkirinê di nav wan sektoran de ne, û hêvî heye ku piştgirîya çandî û pevguhertina ezmûnê hebe.

Beyatî hêvî kir ku "dê hevparî piştgirîyê bide xebatên Îraqê yên bo çesipandina aramîyê ûçareserkirina tehedîyên ewlehî yên ji ber gefa terorîstan û hêzên çekdar ên ser bi Îranê ve".

"Em hêvî dikin ku dê vîneke serbixwe û niştîmanperwer hebe bo pêkanîna dîyalogê ji hêla alîyê Îraqî ve dûrîhejmûna Îran, milîsên wê û alîyên herîmî," wî got.

"Heta niha, em bawer in ku em gavên rast diavêjin, û em dilnîya ne ku hikûmeta serokwezîr Mustefa Kazimî xwedan dîdgeheke nûye têkildarî avakirina Îraqeke ku karîbe yekîtî û serbixweyîya xwe biparêze," wî got.

Ewlehî mijara serekî ya danûstandinan e

Ewlehî mijareke girîng a dîyaloga dûalî ye, Îsam Feylî mamosteyê zanista siyasî li Zanîngeha Mustensiriyayê got.

"Tevî serkeftina Îraqê di şikandina terorîzmê de, bi alîkarîya Hevpeymanîya Navdewletî, ew hîn rastî xeterîyê li ser destê terorîstên mayî tê," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku li ber ronahîya vê gefê, ku vê dawîyê zêde bûye, hewcedarîyeke mezin bi piştgirîya Amerîkayê heye, bi rêya rahînan, biçekkirin û şêwirmendîya ew ji hêzên Îraqî bi rêya serokatîya wê ji Hevpeymanîya Navdewletî re dabîn dike.

Hevkarîya aborî mijareke girîng a din e ku tê nîqaşkirin.

Feylî got ku Amerîka welatekî xwedan samanên qerase ye, û her hevparîyeke pê re dê rêyên fireh li ser astên weberanînê, pêşxistinê û avakirinê veke.

Wî daxuyand ku ew dê alîkarîya Îraqê bike ku qeyranên xwe yên aborî çareser bike, çavkanîyên xwe yên dahatê rengîn bike, û pereyên ku kesên gendel şandine derve vegerîne.

"Em hêvî dikin ku hevparîya stratîjî bi Waşintonê re dê bibe hîmê destpêkeke nû û zelal ji pêwendîyên me yên dualî re bi awayekî ku berjewendîyên herdu welatan biparêzin û alîkarîyê di pêşxistina welatê me de bike," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500