Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevkarîyeke ewlekarî ya kûr di navbera Uman û Amerîkayê de

Ehmed Sayid li Musketê

Hêzên Amerîkî di rahênana serbazî ya ku sê heftîyan dirêj kir beşdar bûn bi hevkarên xwe yên Umanî re di Kanûna Duyem de li biyabaneke kevirî li Rakotê. [Dosya]

Hêzên Amerîkî di rahênana serbazî ya ku sê heftîyan dirêj kir beşdar bûn bi hevkarên xwe yên Umanî re di Kanûna Duyem de li biyabaneke kevirî li Rakotê. [Dosya]

Rahînana Inferno Creek rahînaneke dubare ye armanc dike ku têkilîyê di navbera artêşa Amerîkî û Artêşa Paşayî ya Umanê de qayim bike. [Dosya]

Rahînana Inferno Creek rahînaneke dubare ye armanc dike ku têkilîyê di navbera artêşa Amerîkî û Artêşa Paşayî ya Umanê de qayim bike. [Dosya]

Têkilîyên xurt û kûr di navbera Amerîka û Umanê de fêdê li herdu hevkaran dikin û bi awayekî mezin di aramî û ewlehîya herêmî û navdewletî de beşdar dibn, pispor û şîrovekeran ji Diyaruna re got.

Wan got ku asta hevkarîyê ya bilind di navbera herdu hevalbendan de dîyar e di rahênana serbazî ya hevbeş de ya bi mêvandarîya Padîşahîyê hat cîbicîkirin.

Rahênana "Inferno Creek 19" a Artêşa Paşayî ya Umanê ya sê hefteyan dirêj da, bi artêşa Amerîkî re hat cîbicîkirin, di Kanûna Duyem de nêzî bajarê Rabkûtê yê berayî li başûrê Umanê hat cîbicîkirin.

Rahînanên hebeş ên mîna van beşek in ji hevkarîya serbazî di nav herdu welatan de û destûrê didin herdu alîyan ku jêhatîyên xwe yên şer pêş bixin û li hember çi xeterîya ku dibe herêm rastî were derkevin.

Zabitên payebilind di hêzên çekdar ên Sûltan, Polîsê Paşayî yê Umanê, ajansên ewlekarîyê ên din û hejmareke zabitên payebilind ên artêşa Amerîkdi rahînana Inferno Creek a 19an de tên dîtin. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Umanê hatiye wergirtin]

Zabitên payebilind di hêzên çekdar ên Sûltan, Polîsê Paşayî yê Umanê, ajansên ewlekarîyê ên din û hejmareke zabitên payebilind ên artêşa Amerîkdi rahînana Inferno Creek a 19an de tên dîtin. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Umanê hatiye wergirtin]

Ew herwiha di têgihiştina têgînên bikaranaînê di navbera herdu hevkaran de, û bi vî awayî karê hevbeş di nabera herdu alîyan de qayim dike.

Dîroka hevaltbendîyê

Têkilî di navbera Uman û Amerîkayê de bi awayekî fermî di sala 1833yan de hat damezrandin û ji wî çaxî ve herdu welat di gelek dozan de li rex hev rawestiyane, di nav de di warê ewlehî û berevanî, şîrovekerê û dîroknasê stratîjî Qays bin Mehmûd got.

Herdu welat rêkeftineke hevkarîya serbazî di sala 1980 de imze kir, a ku di sala 2010 de hat nûkirin, wî ji Diyaruna re got.

Uman alîkarî kir di şerê li dijî terorîzmê , wî got û weke endamekî hevpeymanîya navdewletî ya şerê "Dewleta Îslamî" li Îraq û Sûrîyayê dike kar dike.

Herwiha padîşahîyê mêjereke mezin ji pêdivîyên serbazî ji Amerîkayê di van salên dawî de bi dest xistin herwekî ew dixwaze kêzên xwe ên çekdar nûjen bike.

Ji nav wan tiştên hatine bidestxistin du balefirên şer ên F-16 ên pêşketî, sê balefirên şehnê yên C-130J, sîstemên çekan ên F-16 û 20 navgînên gelek dolab, Wezareta Derve ya Amerîkî Adara Bûrî wiha ragihand.

Li gorî Wezareta Derve ya Amerîkî, pêdivî "dê bihêin ku Uman karibe berevanîya xwe li dijî çi gefên herêmî yên heyî bike û dê derfetan bidin ku karê hevbeş bi hêzên Amerîkî û hevalbendên dinre re zêde bike ".

Herwiha ew dê "astengkerekî ji çi gefên gengaz ên ji alîyê navgînên cewî yên herêmî yên neniştecîkirî (UAV), mûşekên kroz û balefirên şer û ew dê berevanîya niştimanî ya Umanê qayim bike û piştgirîya ewlehîya herîmî bike", Wezareta Derve got.

Herwiha programên rahênanê û nûtahîlkirinê heta asteke mezin di nûjenkirina Artêşa Paşayî ya Umanî de beşdar bûne, bin Mehmûd got.

"Bawaerîya me heye ku hevkarîya di navbera herdu welatan de herwiha bi piştgirîya hevkarîya bi Kendavê re ye da ku aramîyê li herêmê misoger bikin," wî got, û not kir ku Amerîka û Encumena Hevkarîya Kendavê du hevkarên herêmî yên girîng in.

Hevkarîya di warê berevanîyê de

Rahênanê serbazî yên "Inferno Creek 19" ên vê dawîyê li Umanê hatin cîbicîkirin"beşekî din in ji zincîra hevkarîya serbazî û ewlehî di navbera herdu welatan de",, pisporê startîjî Seyf bin Sultan ji Diyaruna re got..

Dinav beşdaran de li alîyê Umanî Liwayê Peyade ê 11mîn, topavêja Sultanê Umanê, paraşût û endazyarîya û Hêza Cewî ya Paşayî ya Umanê di nav xwe de dihewand.

Hêzên Amerîkî yekîneyin ji Firqeya Piyade dihewandin

Mesketê di meha Tîrmehê de mêvandarîya hevdîtineke di navbera Wezîrê Derve yê Umanî Yûsif bin Ewlawî bin Ebdullah û Wezîrê Berevanîyê yê AXmerîkî yê wî çaxî James Mattis kir.

Herduwan têkilîya berevanî di nav Amerîka û Umanê de teqez kir û komeke mezin a dozên ewleyî yên herîmî nîqaş kirin, bin Sultan got.

Di nav de "şerê li Ymenê, azadîya veguhestinê û hevkarîya piralî bo şerkirina terorîzmê", wî anî ziman.

Ev hevdîtin teqez dikin "ku Uman hevkarekî ewlehî yê herêmî yê jîndar e ji Amerîkayê re, pêkanên nû hene bo qayimkirina hevkarîya berevanî ya dualî da ku ewlehîya Kendavê li dijî çi gefa gengaz xurt bikin", wî got.

Hekarîyeke stratîjî

"Amerîka hevkarekî stratîjî ye ji Umanê re ku kare alîkarîyê bike di pêşxistina hêzên wê yên berevanî de" bi sîstem û pêdivîyên serbazî yên pêşketî, Nasir bin Hemûd, nivîskarekî ku di warê dozên ewlehî de pispor e, got.

"Uman dbi awayekî sereke di parastina rêya bazirganîya cihanî de beşdar dibe, bi taybet neft, di rêya misogerkirina Tengava Hurmizê," wî ji Diyaruna re got.

Padîşahî tedîr kirin da ku piştgirîya xebatên dijberîya terorîzmê bike, wî got, û di sala 2005an de tevlî însyatîfa Sindûqa Ewlehîyê bû ya girêdayî Birêveberîya Gumrikê û Berevanîya Sînor Amerîkî ya girêdayî Wezareta Ewlehîya Niştimanî ya Amerîkî .

Li gorî vê însyatîfê, padîşahîyê qebûl kir ku kelûpel berî werin şehinkirin bo Amerîkayê ji derava Selalayê werin teftîşkirin, da ku nehêlin bazirganîya çekan û metaryalên din a ne qanûnî çêbibe.

Zêdey vê yekê, "em nikarin rola Amerîkayê di dabînkirina padîşahîyê bi pêdivîyên nûjen paşguh bikin, a alîkarî kir ku beravên xwe biparêze û çetegerî di sînorê wê re bi dizî derbas bibin, [...] neyê paşguhkirin" bin Hemûd got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500