Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Programên rahînana serbazî ya Urdun-Amerîkayê hevparîya wan kûrtir dikin

Nûr Salih û Mihemed Xezal li Emanê

Hêzên ewlekarî yên Urdunî li pêş dadgeheke serbazî pasevanîyê dikin dema ku endamên şaneke tohmetbar bi cihgirtin di êrîşeke gulekirinê de sala 2016an pêşberî Dadgeha Ewlehîya Dewletê li Emanê dibin, di dîroka 13ê Mijdara 2018an de. [Xelîl Mezraawî/AFP]

Hêzên ewlekarî yên Urdunî li pêş dadgeheke serbazî pasevanîyê dikin dema ku endamên şaneke tohmetbar bi cihgirtin di êrîşeke gulekirinê de sala 2016an pêşberî Dadgeha Ewlehîya Dewletê li Emanê dibin, di dîroka 13ê Mijdara 2018an de. [Xelîl Mezraawî/AFP]

Leşkerên Urdunî yên beşdar di rahînanên nehiştina terorîzmê de yên di çarçoveya Programa Beşdarîya Operasyondarî ya Urdunê ya Artêşa Amerîkayê pêk tîne de zîrekîyên xwe bi pêş xistine û hevparîya Amerîkî-Urdunî bi hêztir kirine.

Programa rahînanê ya 10-heftî ya çirûpir alîkarîyê dide leşkerên Urdunî ku karînên xwe yên berevanîkirin li şahnişînê li hember gefên ji tundîya rêxistinên tundrew û bihêzkirina ewlehîya herêmî baştir bikin.

Ew ji alîyê Sebeta Hevparîyan bo Nehiştina Terorîzmê tê fînanskirin, ku bi rêya wê Amerîka piştgirî û alîkarîyê dide hêzên ewlekarîyê yên biyanî bo pêkanîn, piştgirîkirin û hêsankirina çalakîyên nehiştina terorîzmê û bersivkirina qeyranan.

Ligel dabînkirina rahînanê bo avakirina pîşdarî û ezmûndarîya hêzên çekdar ên Urdunî, Programa Beşdarîya Operasyondarî ya Urdunê herwiha alavên serbazî dane wan.

Programa rahînana serbazî bi tenê yek ji alîyên hevparîya aborî û serbazî ya dûrûdirêj û berdewam di nava Urdun û Amerîkayê de ye.

Amerîka Urdun wekî kevparekî stratîjî yê cihê bawerîyê reçav dike, û piştgirîya şahnişînê li gelek enîyan dike, nemaze cenga wê ya li dijî terorîzmê û bo bihêzkirina ewlehîya navxweyî û herêmî.

Ew herwiha piştgirîya şahnişînê di xebatên wê yên bo baştirkirina siberoja wê ya aborî de dike, û alîkarîyên mirovî dabîn dike bo alîkarîkirina penaberan û komelgehên mêvandar.

Dîrokeke dirêj a hevparîyê

Hevparîya di navbera her du welatan de xwedan dîrokeke dûrûdirêj e, û bi rêya Programa Beşdarîya Operasyondarî ya Urdunê tê bihêzkirin, birêveberê Desteya Pêwêndîyên Taybet, lîwa Hîşam Xirêsat ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku ji 1950an ve, Amerîka zêdetir ji 20 milyar dolar alîkarîya serbazî û aborî daye şahnişînê.

"Ji bilî çekê zirxî yên Artêşa Erebî [Urdunî], çekê Urdunê hemû kardestê Amerîkayê ye, û ev teqez cebilxane, û herî girîng çaksazî û mayîndarîyê jî dihundirîne," wî got.

"Herwiha bawerdarîya taktîkî û şervanî ya artêşa Urdunî bawerdarîyeke şervanî ya divegere dibistana Rojavayî, bi rêbertîya Amerîkayê ye," wî got.

Wî got ku alîkarîya Amerîkayê bi hêzên çekdar ên Urdunî re "di forma rahînankirina efseran û xebatkarên hêzên çekdar ên Urdunî li sazîyên serbazî yên Amerîkayê yên bejî, deryayî, cewî û hêzên hewalgirîyê de pêk tê".

Wî da zanîn ku ew herwiha ji rahînana li ser xaka Urdunî pêk tê.

Xirêsat got ku Urdun hevparekî bihêz, stratejî ye di cenga cîhanî ya li dijî terorîzmê de.

Wî got ku hêzên wê yên çekdar yekîneyên dijî-terorîzmê yên mîna Ketîbeya 71ê ya Dijî- Terorîzmê ya û Ketîbeya 101ê ya Hêzên Taybet dihundirînin.

Wî dîyar kir ku ev hêzên tevlî operasyonên dijî terorê li Sûrîya, Îraq û Afxanistanê bûne li tenîşt Firqeya 101ê ya Amerîkî (Cengawerên Cewî), Firqeya 82ê ya Cewî, Hêza Dêlta û Komgemîya SEAL.

Bi hev re, hêzan karî serketineke mezin di jinavbirina çendîn rêberên Qaîayê û "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi dest bixin.

Pevguhertina ezmûndarîyê

"Programa Beşdarîya Operasyondarî ya Urdunê pir hestyar ji hevkarîya di navbera Amerîka û Urdunê de di warê serbazî de," lîwa Edîb Serayra, efserê xanenişînbûyî yê artêşa Urdunî got.

Program roleke serekî di dabînkirina "derfetekê de bo parvekirina ezmûndarîyan de û baştirkirina zîrekîyên kesane yên xebatkarên herdu alîyan digerîne", wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku programên rahînanê û perwedeyên serbazî yên her du welat pêk tînin roleke girîng di bipêşvebirina hevkarîyê û mezinkirina mifadarîya ji ezmûndarîyên hevbeş de gerandine.

"Program ne tenê ji Urdunê re sûdmend e, belê ji herdu welatan re, ji ber ku hêzên Amerîkayê ezmûndarîya xwe ji alîyê Urdunî re vediguhezin û mifayê ji ezmûndarîyên Urdunê werdigirin," wî got.

Wî daxuyand ku leşkerên beşdar di programê de dikarin gelek ji zîrekîyên xwe bi pêş bixin, û teqezî li ser "girîngîya hevkarîya stratîjî ya Urdun-Amerîkayê di cenga li dijî terorîzmê de" kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500