Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Piştî binpêkirina agirbesta li Idlibê asta tengejîyê bilind dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Du endamên Xûzeyên Sipî li malekê ku ji ber bombebarana rejîma Sûrî li bajarokê Kensefra hatibû wêrankirin dinêrin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Du endamên Xûzeyên Sipî li malekê ku ji ber bombebarana rejîma Sûrî li bajarokê Kensefra hatibû wêrankirin dinêrin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Çalakgerekî herêmî got ku piştî demekê ji bêdengîyê ku êrîşên asmanî, bombebaran û şer nebûndîsan tengejî piştî bombebarana rejîma Sûrî li gundewarê başûrê yê Idlibê û qeraxên parêzgeha Laziqîyê nû bûn.

Rejîma Sûrî bomebarana xwe rawestand, piştî bichanîna agirbesteke ku ev demeke baş bêdengî çêkiribû, çalakgerekî ji Idlibî bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku deverên rastî bomebarana nû ya topavêjê hatine Kefer Ewîd, Kensfera li herêma Cebel Zawîyê li başûrê Idilbê, û Terdîn û Kînda li Cebil Ekrad li gundewarê Laziqîyê bûn.

Idlibî anî ziman ku "nûkirina bomebarana rejîmê tirsek di nava sivîlan de çêkir ên vê dawîyê ji kampên koçberîyê vegerîyabûn bajarok û gundên xwe li herêma bêçek".

Dûman li gel nûkirina bombebarana li ser gundên gundewarê Idlibê yê başûrî bilind dibe. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Dûman li gel nûkirina bombebarana li ser gundên gundewarê Idlibê yê başûrî bilind dibe. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Bulldozerek ku ya Xûzeyên Sipî ye kavilan ji ser rêyekê li gundewarê Idlibê radike. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Bulldozerek ku ya Xûzeyên Sipî ye kavilan ji ser rêyekê li gundewarê Idlibê radike. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Wî destnîşan kir ku jimarek ji wan xwest vegerin kampan "ji tirsa bilindkirina şer û dibe ku careke din herêm rastî bomebaran û êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî yên giran were".

Idlibî anî ziman ku ji bombebarana rejîma Sûrî zêdetir, binpêkirina agirbestê ji pevçûnên di navbera çekdarên opozîsyonê, komên tundrew û rejîmê de pêk tê, nemaze li mihwerê Fetîra û Mearet Alya-Seraqib li gundewarê başûrî yê Idlibê.

Wî got ku lê belê alozî li Sehel el-Xab di asta xwe ya herî bilind de bû, ku komeke çekdar derbasî deverên li jêr kontrola rejîmê bûn û bi hêza li wir re li bajarokê Menara û Tencera şer kirin.

Idlibî da zanîn ku di vê êrîşê de bi dehan leşkerên rejîmê û alîgirên wê hatin kuştin an birîndarkirin, her wiha destnîşan kir ku tê gotin hêzên rejîmê jimarek endamên komên çekdar ên opozîsyonê li başûrê gundewarê Idlibê girtiye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500