Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bombebarana dijwar a ji hêla rejîmê ve tirsê li Helebê zêde ike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xebatkarên Berevanîya Sivîl a Sûrî alîkarîya keçekê dikin ku di bombebarana li ser bajarokê Neyrebê yê Idlibê de birîndar bûye. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Xebatkarên Berevanîya Sivîl a Sûrî alîkarîya keçekê dikin ku di bombebarana li ser bajarokê Neyrebê yê Idlibê de birîndar bûye. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Pêleke koçberîyê ji başûrê gundewarê Helebê bi reva sivîlan ji bombebarana rejîma Sûrî û alîgirên wê ve tê dîtin, çalakvanekî xwecihî ragihand.

Çalakvan Heysem Idlibî ji Diyaruna re got ku bombebaranke dijwar a rejîmê li ser gundewarê Hema û Idlibê gelek sivîl li paş xwe birîndar hiştin.

Idlibî dîyar kir ku hejmarek ji gund û bajarokên li başûrê gundewarê Helebê rastî bombebaraneke dijwar a mûşek û topavêj hatin, ku koçberîyeke bi kom ji deverê ber bi hundirê parêzgehê ve çêbû.

Idlibî got ku ziyana herî mezin li van bajarokan pêk hat: Cezraya, Osmanîya, Zemar el-Cedîdda, Hewayir, Til Becîr û el-Îs.

Xebatkarên Bervanîya Sivîl kavilên avahîyên ku di bomebarana rejîmê ya bi ser gundewarê Hemayê de wêran bûne paqij dikin, bo rêya sivîlan vekin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Xebatkarên Bervanîya Sivîl kavilên avahîyên ku di bomebarana rejîmê ya bi ser gundewarê Hemayê de wêran bûne paqij dikin, bo rêya sivîlan vekin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Wî destnîşan kir ku ev bajarok li ser xêza deverên ku li jêr kontrola rejîmê ne, û ew xwedî giringîyeke stratîjî ne li cem rejîmê, ji ber ku ew nêzî xaçerêyên sereke ne.

Bombebarankirina rejîmê didome

Idlibî anî ziman ku bombebarankirina berdewam a ku di sê rojên borî de pêk hat, sê sivîl mirî li paş xwe hişt û 14 kesên din bi gelek rengan birîndar bûn.

Wî got ku roja Pêncşemê (7ê Adarê), bombebaran heta bi qiraxên parêzgeha Idlibê ve jî çû, bi taybetî bajarokên Cisir el-Şixûr, Xan Şêxûn, Neyreb û Xan el-Subilê.

Mûşekên xweşî-teşî li Neyreb û Xan Şêxûnê xistin, ku gelek ziyan gihandin samanan.

Idlibî eşkere kir ku bajarokên din ên ketin jêr agirê rejîmê ev in: Qestûn, Zeyzûn û Zeyarayê dihundirîne, ku 11 kesan jîyana xwe ji dest da, di nav de çekdarên opozîsyonê û sivîl, û gelek kesên din birîndar bûn.

Wî got ku piranîya qurbanîyên sivîl jin û zarok in.

Idlibî dîyar kir ku "tirsek di nava sivîlan de heye ku ev bombebarana rojane destpêka operasyoneke serbazî ya berfireh e ji hêla rejîm û alîgirên wê ve.

Wî got ku ev yek cihê alarmê ye ji ber ku dever di hundirêherêma veqetîner de ye ku li gorî rêkeftina di navbera rejîmê, Turkîya û Rûsîyayê de hatiye destnîşankirin.

Xan Şêxûn wêran e

Li bajarokê Xan Şêxûnê yê Idlibê, tax hema bibêje vala ne, AFP ragihand.

Pevçûn û binpêkirinên herêma bêçek di heftîyên borî de bilind bûn û agirên rejîmê hişt bi hezaran kes ji Xan Şêxûnê birevin.

NY dibêje ku ji destpêka Sibatê ve, bêhtir ji 7,000 jin, zarok û zilam ji bajarokê revîyane, piranîya wan ber bi beşên din ên Idlibê ve çûn.

Niştecihê xwecihî Ebû Ebdû Sermanî got ew, hevjîna wî û sê keçên wî ji Xan Şêxûnê heftîya borî ji ber bombebaranê revîyane, lê belê ji ber ku bajarok nema jîyan jî lê dibe.

Wî got ku "tu kar tune, xelk pir nema ne, ne nexweşxane, ne bijîşk, ne dermanxane, ne jî pêdivîyên sereke yên jîyanê hene."

Sermanî dîyar kir ku malbata wî li Sermedayê bi cih bû, 100 k.m ber bi bakur ve.

Di heşt salên şerê Sûrîyayê de, rejîmê erd bi dest xist, û aniha nêzî sê ribê welat û piranîya şaxên bazirganîyên yên sereke kontrol dike.

Lê beşeke rêya bilez a Şamê bi Helebê ve girê dide hîna dûrî destên rejîmê ye, ku di Idlibê re derbas dibe, di nav de Xan Şêxûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500