Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Birîndarê sivîl di êrîşên Rûsî de li ser gundewarê Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrîyayê radihêje zarokekî ku di êrîşa asmanî ya Rûsyayê de birîndar bûye. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrîyayê hatiye wergirtin]

Endamekî Berevanîya Sivîl a Sûrîyayê radihêje zarokekî ku di êrîşa asmanî ya Rûsyayê de birîndar bûye. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrîyayê hatiye wergirtin]

Êrîşên asmanî yên Rûsî di dawîya heftîyê de bêhtirî 20 sivîlan li gundewarê parêzgeha Idlibê kuştin û gelek birîndar kirin, çalakgerekî xwecihî got.

Tevî ku Hêzên Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) xebateke rizgarkirinê pêk anî, hejmarek ji kesan di bin molozên malên wêrankirî de mirin, çalakger Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand ku balefirên serbazî yên Rûsî gundewarê Idlibê bi mûşekan bombebaran kirin rojên Şemî û Yekşemê (27 û 28ê Nîsanê), û dever weke zoneke operasyonên serbazî hejmartin.

Dever beşeke ji rêkeftina zona veqetîner e ya ku Rûsya û Turkya di meha Îlonê de wajû kirin daku nehêlin ku êrîşeke rejîmê ya dijwar a ku herêma Idlibê armanc dike biqewime.

Moloz erdê dinuxumînin piştî êrîşên asmanî yên Rûsî li devera Sehl el-Xab . [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrîyayê hatiye wergirtin]

Moloz erdê dinuxumînin piştî êrîşên asmanî yên Rûsî li devera Sehl el-Xab . [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrîyayê hatiye wergirtin]

Idlibî daxuyand ku hin ji mûşekên ku balefirên Rûsî bi kar anîn mûşekên germî bûn, ên ku li ser asta navdewletî qedexekirî ne, û ew bûne sedema wêrankirineke berfireh li deverên ku hatine bikaranîn.

Wî dîyar kir ku di nav wan deveran de bajarokê Bişêrîyayê li devera Cebel Westanî ya Idlibê û bajarê Qelet Medîqê, cihê ku pênc sivîl hatin kuştin, di nav wan de du kesên xwedî pêdivîyên taybet.

Herwiha di nav wan de bajarê Cisir Şixûrê, derdora gundê Mozayê, Sehl el-Xab, Tel Hewaş, bajarê Kefer Nubil, gundên Emîqa û Cebel Şehşbû li gundewarê rojavayî yê Hemayê.

Binpêkirina rêkeftina agirbestê

Idlibî got ku li gorî Xûzeyên Sipî, bêhtirî 20 kesan hatiye kuştin û hejmareke mezin hatiye birîndarkirin, ku rewşa gelekan ji wan hîn xerab e.

Wî da zanîn ku qaşo devera armanckirî beşek ji zona agirbestê ye, ya ku ji alîyê Rûsan bi xwe hatiye misogerkirin.

Lê Rûsan deverê mûşekbaran kir, bi piştgirîya rejîma Sûrî, ya ku dever ji çeperên xwe bi bombeyên guşî bombebaran kirin.

Idlibî got ku tu hebûna serbazî û depoyên çekan li devra armanckirî nebûn, ûdestnîşan kir ku tu şervan birîndar nebûne tevî bombebarana dijwar li ser deverê.

Wî got ku hin komên opozîsyonê bersiva êrîşê dan û deverên rejîmê bombebaran kirin û operasyonên derbasbûna bi dizî cîbicî kirin, operasyonên ku xalên pêşkinînî yên ku rejîma Sûrî û milîsên alîgirî wê birê ve dibin, û di encamê de hejmarek ji leşkeran hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500