Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Komgorek li Reqayê tê kolandin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine Tîma Destwerdana Destpêkê termine mirovî ji komgoreke ku Nîsanê li Reqayê hatiye dîtin, derdixînin. [Wêne ji Ajansa Hawarê hatiye wergirtin]

Endamine Tîma Destwerdana Destpêkê termine mirovî ji komgoreke ku Nîsanê li Reqayê hatiye dîtin, derdixînin. [Wêne ji Ajansa Hawarê hatiye wergirtin]

Xwebexşekî ji berevanîya sivîl ragihand ku derxistina terman li komgoreke parêzgeha Reqayê ya Sûrî ku di nîvê Nîsanê de hate dîtin berdewam e, ku termên qurbanîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tê de ne.

Tîma destwerdana destpêkê û berevanîya sivîl a Reqayê aniha devera li dora herêma Tel Zêdan li gundewarê parêzgeha Reqayê yê rojhilatî ku li wir gorek hatiye dîtin dorpêç dikin, xwebexşê berevanîya sivîl a Reqayê Hemed Meter ragihand.

Aniha xebatên derxistina terman ji cihê gorê têne kirin, wî ji Diyaruna re got, ku ev yek jî hêdî pêk tê ji ber zehmetîyên ku hatin pêşîya tîman.

Meter anî ziman ku komgor, ya di navbera bajarokê Semra û Hemrat ên Reqayê de ye, termê qurbanîyên DAIŞê tê de ne yên ku wan li wir raspartin axê piştî rêxistinê hikumê bidarvekirinê der heqê wan de derxist.

Endamine Tîma Destwerdana Destpêkê komgorekê ku Nîsanê li parêzgeha Reqayê hatiye dîtin dikolin. [Wêne ji Ajansa Hawarê hatiye wergirtin]

Endamine Tîma Destwerdana Destpêkê komgorekê ku Nîsanê li parêzgeha Reqayê hatiye dîtin dikolin. [Wêne ji Ajansa Hawarê hatiye wergirtin]

Komgoryek ji 25ên ku DAIŞê li herêmê ew li paş xwe hiştin, wî got.

Meter dîyar kir ku "girîng e cihê van komgoran werin destnîşankirin, term werin derxsitin û nasnameyên qurbanan werin naskirin, da çarenûsa bi hezaran kesên ku berî çend salan piştî dagirkerîya DAIŞê ya herêmê wenda bûn, were dîyarkirin.

Wî got ku cihê gorê, ya di Nîsanê de hat dîtin, li nêzî deverên çandinîyê yên li rojhilatê Reqayê ye.

"Belî ye celadên DAIŞî term bi lez avêtine gorê, li gorî awayê dîtina wan", Meter daxuyand -- ku bi ser hev de avêtî bûn.

Wî anî ziman ku tê payîn cihê vê gorê di dawîya dagirkerîya DAIŞê de çalak bû-- berî ku hevpeymanîya navdewletî û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) wan biqewitînin.

Meter destnîşan kir ku bêhtirî 200 termî li wir hene, û da zanîn ku ev yek jî dê herî kêm du mehan dirêj bike heya hemû terman derxînin, ji ber zehetîhyên kar.

Wî dîyar kir ku endamên tîmê rojane li deverê kar dikin, û her rojê ji du heya sê terman derdixin -- piranîya wan zilam in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500