Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

QSD termên leşkerine ku DAIŞê ew kuştine radestî rejîma Sûrî dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ambulanseke artêşa rejîma Sûrî termên leşkerine ku ji du komgorên nû yên li Reqayê hatine dîtin vediguhêze. [Wêne ji dîmeneke vîdyo ya Ajansa Nûçeyan a Hawar hatiye wergirtin]

Ambulanseke artêşa rejîma Sûrî termên leşkerine ku ji du komgorên nû yên li Reqayê hatine dîtin vediguhêze. [Wêne ji dîmeneke vîdyo ya Ajansa Nûçeyan a Hawar hatiye wergirtin]

Berpirsekî herêmî ji Diyaruna re ragihand ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) termên leşkerên Sûrî yên ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di 2014an de hatibûn kuştin radestî rejîmê kirin.

Term di du komgorên ku vê dawîyê li parêzgeha Reqayê hatine dîtin de hatibûn veşartin.

Hêzên Ewlekarîya Hundirîn ên Kurdî (Asayîş) gor bi alîkarîya niştecihên gundê Ferhaniya li Eyn Îsayê li bakurê Reqayê dîtin, xwebexşê Xuzeyên Spî Hemed Meter wiha ji Diyaruna re got.

Wî da zanîn ku heta niha wan bêhtir ji 30 termî ji herdu goran derxistine.

Endamine Tîma Bersivdayîna Lezgîn a Encumena Sivîl a Reqayê komgorinan li deverê dikolin, ku leşkerine Sûrî ji alîyê DAIŞê ve di 2014an de li wir hatine kuştin û binaxkirin. [Wêne ji vîdyoyeke Ajansa Nûçeyan a Hawar ANHA hatiye wergirtin]

Endamine Tîma Bersivdayîna Lezgîn a Encumena Sivîl a Reqayê komgorinan li deverê dikolin, ku leşkerine Sûrî ji alîyê DAIŞê ve di 2014an de li wir hatine kuştin û binaxkirin. [Wêne ji vîdyoyeke Ajansa Nûçeyan a Hawar ANHA hatiye wergirtin]

Leşkerên Sûrî yên Lîwayê 93yan li navenda Firqeya 17an a li deverê hatin kuştin, tevî wan çekê xwe jî bo DAIŞê danîbûn piştî dorpêçeke dirêj.

Wî got ku sivîlên li deverên term weke rêzgirtina ji miriîyan re veşartin. Wan ev yek dûrî çavên endamên DAIŞê kir da neyên sizakirin.

Bi destpêkirina proseya derxistinê re, Ofîsa Têkilîyên Giştî ya QSD bi hêzên rejîmê yên li devera li nêzî Eyn Îsayê dimînin re têkilî danî da awayê radestkirina terman bi rêxistin bikin.

Asayîş û QSD vê dawîyê xebatên şopandin û têkbirina şanên razayî yên DAIŞê, rakirina hemû şopên wêrankirinê ku di dema şerê li dijî rêxistinê de çêbûbûn, û dîtina komgoran giran kirine.

Meter anî ziman ku ji vê girîngtir, ew çalakîyên civakî bo niştecihên herêmê bi rêxistin dikin da bandorên derûnî û civakî yên ku ji ber dagirkerîya DAIŞê çêbûbûn çareser dikin, nexasim ku Reqa asêgeha sereke ya rêxistinê bû di heyamê hêza wê gihaştibû lûtkeyê de.

Niştecih kiryarên DAIŞê red dikin

Çalakgerê mîdyayî û civakî Emar Salih ji Diyaruna re got ku komgorên nûdîtî delîlekî din ê tawankarîyê ye ku di xwîna DAIŞê de ye, "ku leşker gava bêçek bûn hatin kuştin piştî têkilî bi fermandarên wan re hatin qutkirin û efserên wan revîyan".

Di wê demê de têkilîya xelkên Reqa û leşkerên rejîmê ne xweş bû, "lê niştecihan her termên [leşkerên ku dihatin kuştin] tevî hemû metirsîyan jî vedişartin", wî dîyar kir weke nîşaneke redkirina karên DAIŞê.

Salih daxuyand ku ew her rêxistinê qebûl nakin, ku ev yek jî ji hevkarîya wan bi QSD re xuya dibe ku ew li şanên razayî yên DAIŞê û yên girêdayî wê dibînin.

Rojnameger Muhemed Ebdulah ji Diyaruna re ragihand ku bi herdu gorên hatine dîtin re, hejmara komgorên ku heta niha hatine dîtin dibe 29.

Wî got ku tê texmînkirin ku herî kêm 6,040 term di wan herdu goran de veşartî ne.

Ebdulah anî ziman ku berhengarîya naskirina terman mezin e, da zanîn jî ku tenê 700 term heta niha hatine naskirin ji ber zehmetîya testa DNA ya li ser term û endamên malbatên qurbanan tê çêkirin.

Wî destnîşan kir jî ku naskirina nasnameya leşkerên Sûrî yên kuştî berhengarîyeke kêm çêdike, ku ew dikarin nasnameya wan li beramberî qeydkirina leşkerên rejîma Sûrî yên wendayî re nas bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Nasnameyên leşkerên Sûrî.

BERSIV BIDE