Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Derxistina terman ji "mezintirîn" komgorên DAIŞê li Reqayê dest pê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Tîmek ji Bersivdayîna Lezgîn termin ji gorine tekane derxistin li deverekê li derveyî Reqayê. [Wêne ji Mistefa Şeylan hatiye wergirtin]

Tîmek ji Bersivdayîna Lezgîn termin ji gorine tekane derxistin li deverekê li derveyî Reqayê. [Wêne ji Mistefa Şeylan hatiye wergirtin]

Derxistina terman ji du deverên komgoran hat destpêkirin ku heftîya borî li devereke bajarê Reqayê li Sûrîyayê hat dîtin ku termên kesên ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn kuştin dihundirînin.

Devera vê gorê weke gora herî mezin li Sûrîyayê hat wesifkirin, û xuya ye ku bêhtir ji 2,500 qurbanîyan dihundirîne.

Tîmin ji Bersivdayîna Lezgîn yên girêdayî Beşê Berevanîya Sivîl a Reqayê baş dizanîbûn ku gelek komgor li derdora Reqayê hene, endamê tîmê û pisporê rakirina mayînan Mistefa Şeylan got.

Şeylan ji Diyaruna re eşkere kir ku tê zanîn ev komgor termên qurbanîyên komkujîyên DAIŞê gava wê bajêr kontrol dikir dihundirînin, lê "dîtina wan ne hêsan bû, ji ber ku dever bi mayîn û terman bi awayekî koteberî çandî bû.

Endamine Berevanîyê ya Sivîl a Sûrîyayê li devera komgora DAIŞê li Fixîxayê li başûrê bajarê Reqayê rawestîyane. [Wêne ji Mistefa Şeylan hatiye wergirtin]

Endamine Berevanîyê ya Sivîl a Sûrîyayê li devera komgora DAIŞê li Fixîxayê li başûrê bajarê Reqayê rawestîyane. [Wêne ji Mistefa Şeylan hatiye wergirtin]

Tîmên li Reqayê kar dikin, di nav de berevanîya sivîl, tîmên mayînan û yên bijîşkîya dadwerî karîbûn deverên herdu komgorên ku vê dawîyê hatine dîtin li Fixêxayê, li başûrê bajarê Reqayê destnîşan bikin.

Wî got term bi awayekî koteberî di gora yekemîn de bûn, gora herî mezin, ku prossesa derxistinê dest pê kir.

Tê payîn ku hejmara termên di vê deverê de 2,500 derbas bike.

Agahîyên seretayî dibêjin ku term ên girtîyan in ên ku ji hêla DAIŞê hatibûn girtin û kuştin di dema kontrolkirina wan ji deverê re.

Bi hezaran qurbanîyên DAIŞê

Gora duyem hejmareke biçûktir a terman dihundirîne, ku xuya ye bi rengekî tekane hatine binaxkirin.

Egerî heye ku ev termên endamine DAIŞê bin an kesên ku tekane hatine kuştin di demine cihêreng de, Şeylan got.

Şeylan dîyar kir ku "heta niha, 14 komgor li deverê hatine dîtin ji çaxa rizgarkirina bajêr."

Şeylan anî ziman pir zû ye ku em hejmara giştî ya termên binaxkirî di herdu goran de nas bikin, lê belkî 3,000 term derbas bike.

Şeylan ragihand ku hîna zû ye em nasnameya termên mirovî nas bikin, ji ber ku term bi awayekî ne baş tên hilandin û delîlin hindik derbarê nasnameya wan de hene.

Wî got ku tiştê baş ew e ku dê DNA pêk were, û her rewşek dê dosyayeke xwe hebe. Lê belkî ev yek nebe, ji ber ku çavkanîyên fînans û lojistîk kêm in, û herwiha belavbûna xizman li Sûrîya û derveyê wê dibe asteng.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500