Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

''Navenda keşafe" ya Pasdaran li Dêra Zorê zarokan tecnîd dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Keçên keşafe yên Sûrî di pîrozbahîyekê de beşdar dibin ku wêneyên rêberên Îranê li pişt wan in. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Artêşa Keşafeya Wîlayayê hatiye wergirtin]

Keçên keşafe yên Sûrî di pîrozbahîyekê de beşdar dibin ku wêneyên rêberên Îranê li pişt wan in. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Artêşa Keşafeya Wîlayayê hatiye wergirtin]

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî (Pasdaran) xebatên xwe yên tecnîdkirinê berfireh dikeû êdî ew zarok, sîpek û ciwanan didin ber xwe li deverên li jêr kontrola wê li parêzgeha Dêra Zorê li Sûrîyayê, li gorî çalakgerekî.

Êdî çalakîyên tecnîdkirinê bi awayekî vekirî tên pêkanîn, û tecnîdkar toreke berfirehtir ji ya berê didin pêşîya xwe, çalakgerekî ji Dêra Zorê bi navê Cemîl Abid ragihand.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku berê xebatên tecnîdkirinê yên Pasdaran bi tenê ji zarokên çekdarên di nava rêzên milîsên wê de dihatin arastekirin.

Wî got Pasdaran derbasî qonaxeke nû bûye di xebatên xwe yên tecnîdkirinê de.

Keçên keşafe yên Sûrî di pîrozbahîyeke ku Pasdaran li dar xistiye de beşdar dibin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Artêşa Keşafeya Wîlayayê hatiye wergirtin]

Keçên keşafe yên Sûrî di pîrozbahîyeke ku Pasdaran li dar xistiye de beşdar dibin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Artêşa Keşafeya Wîlayayê hatiye wergirtin]

Serkêşên hêzên keşafe yên ser bi Pasdaran ve li Dêra Zorêya Sûrîyayê tên dîtin. [Wêne ji Vedenga Rojhilatê hatiye wergirtin]

Serkêşên hêzên keşafe yên ser bi Pasdaran ve li Dêra Zorêya Sûrîyayê tên dîtin. [Wêne ji Vedenga Rojhilatê hatiye wergirtin]

Abid da zanîn ku di şûna ku xebatên wan taybet bin bi piştgirên wan û zarokên çekdarên milîsên wan, Pasdaran kampên vekirî ji her kesî re vedike.

Wî eşkere kir ku kampa dawî ya hatiye pêkanîn li taxa Umal a bajarê Dêra Zorê bû, ku bêhtir ji 20 zarokên ji deverê yên li jêr temenê 14-salî tevlî tiştê nav lê tê kirin "çalakîyên keşafe" bûn.

Wî got ku Pasdaran îlan kir ku ew navendeke pêşengdarîyê ye bi sponserîya Komîteya Helavtîya Sûrî-Îranî. Lê zû eşkere bû ku ew ji hlêapêşengên Îmam el- Mehdî û pêşengên Wîlayayê vê hatiye damezrandin, ku ew bi tenê sîwanek ji tecnîdkirinê re ye.

Abid got ku ev çalakîyên tecnîdkirinê "pir tirsbar in", nemaze ku ew di sala xwendinê de tên pêkanîn.

Wî got ev yek tê wateya ku zarokên tevlî "çalakîyên wan dibin" dê xwendina xwe bi berdewamî nekin, û di şûn de ew dê îdyolojîya Pasdaran werin fêrkirin.

Abid got ku li jêr sîwana çalakîyên keşafe, ew tên fêrkirin çawa çekan bi kar bînin û rêbaza Wîlayet el-Feqîh bişopînin, ya ku bang bo dilsozîyê ji rêberê bilind ê Îranê, Elî Xameneî, dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500