Çalakvanekî xwecihî ragihand ku Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî (Pasdaran) dest bi pêngaveke nû bo serbazkirina milîseke nû li hinek alîyên Dêra Zorê dike, bi taybetî di nava gundewarên êlên parêzgehê de.
Çalakvanê Dêra Zorê Cemîl Ebid ji Diyaruna re dîyar kir ku Pasdaran dest bi avakirina milîseke nû li Dêra Zorê kiriye, li jêr navê Ceyş el-Qura (Artêşa Gundan).
Ebid got ku ji bo refên xwe dagire, ew zilamên êlan li gundewarê herêmê û ciwanên li bajarên Dêra Zorê, Ebû Kemal û Meyadîn dike armanca xwe.
Wî got ku gelek komên êlan ên li herêmê dê li jêr navê nû werin xebitandin bo avakirina sîwaneke mezintir a ku dê bi temamî girêdayî Pasdaran be.
Ev hêz dê karibe kontrolê li ser van deveran bike û hebûn û desthilata rejîma Sûrî û hêzên Rûsî qels bike, Ebid anî ziman.
Wî dîyar kir ku "Pasdaran navendek ji Ceyş el-Qura re vekir li navçeya Bor Seîd a Dêra Zorê, a ku piranîya dezgehên Pasdaran li wê herêmê ne."
Pêngava erkdarkirina dijminkar
Ebid anî ziman ku propagandeyeke baş ji bo milîsa nû li mizgeftan tê kirin, ku niştecih dibînin ev "pêngav a herî birêxistinkirî ye ji hêla Pasdaran ve heta niha."
Wî destnîşan kir ku Pasdaran balê dikişîne ser deverên ku berê hêzên Rûsî tê de hewl didan ku komine alîgir ji xwe re ava bikin.
Ebid got ku Pasdaran gerekdarîya niştecihan bi xwarin û parastinê keysbaz dike, ev ji bilî gerekdarîya wan bi pereyan.
Wî daxuyand ku desthilata rejîma Sûrî hin bi hin tê kêmkirin ji salihê Îranê re, ku hebûna hêzên rejîmê sînordar e û tenê çend dezgehên ku nexwedî desthilateke rastîn in di destê wan de ne.
Wî dîyar kir ku tu hebûna Artêşa Sûrî û milîsa Hêzên Parastina Niştîmanî ya rastîn li herêmê tune ye, û da zanîn jî ku endamên milîsê êdî berê xwe didin milîsa nû ya bi navê Ceyş el-Qura.
Tayifgerî ew in ên ku derewan belav dikin.
BERSIV BIDE1 KOMÊNT