Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) berdewam e di tecnîdkirina zarokan li deverên parêzgeha Dêra Zorêya Sûrîyayê yên ku hebûna wê li wir heye, li jêr sîwana navnivîsîna wan di hêzên komên ciwanan, li gorî çalakgerekî xwecihî.
Navendeke perwerdekirina ciwanan a nû ku ji hêla Komela Hevalbendîya Sûrî-Îranî ve tê sponserkirin vê dawîyê derîyên xwe li Dêra Zorê vekirin, çalakgerê ji Dêra Zoro Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand, û teqez kir ku armanca serekî ji vê navendê tecnîdkirina ciwanên deverê ye.
Wî got ku Komela Hevalbendîya Sûrî-Îranî ser bi Pasdaran e.
Ebid daxuyand ku Pasdaranxwedan dîrokeke ji hewlên vekişandina zarok û ciwanan bo navendên xwe ye bi behaneya tevlîkirina wan di çalakîyên ciwanan de, bo şiştina mejîyên wan û rahînankirina wan bo di nava rêzên wê de şer bikin.
Wî teqez kir ku navendên ciwanan bûne şaxekî nû yên hêzên ciwanên Îmam el-Mehdî, û kanîyeke bo zêdekirina Pasdaran bi çekdaran.
Ebid daxuyand ku li van cihên ku nav li wan tê kirin "navendên ciwanan", îdyolojîya Pasdaran di hişê zarok, sîpek û ciwanan de tê çandin.
Diyaruna agahî bi dest xistin ku ew weke kampên rahînana serbazî rolê digerînin, û rahînana fîzîkî ya dijwar û herwiha rahînana li ser hemû coreyên çekan dihundirînin.
Ciwanên ku van korsan diqedînin bi temamî di hunerên pevçûndarî û serbazî de hakim in.
Di temenê 16-salî de, hinek ji ciwanan dibin çekdaran di nava rêzên Pasdaran û milîsên alîgirên wê, û hineke din bi erk û stûbarîne din tên rasipartin.
Di dema hebûna wan di navenda ciwanan de, ciwan bo tecnîdbûna di nava rêzên Pasdaran de û şaxên wê yên çekdar de tên amadekirin.
Wî dîyar kir ku kopîya Sûrî ji ciwanên Îmam el-Mehdî li ser bingehekê ye ku ji hêla Hizbulaha Lubnanî ve hatiye damezrandin.