Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Feyleqê Pasdaran ciwanên Dêra Zorê tema dike bo tevlî refên wê bibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên milîseke girêdayî Feyleqê Pasdaran ala Îranê li parêzgeha Dêra Zorê bilind dikin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamên milîseke girêdayî Feyleqê Pasdaran ala Îranê li parêzgeha Dêra Zorê bilind dikin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çalakger dibêjin ku Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran), bi rêya Ofîsa Ewlehîya Hevalan, ciwanên Dêra Zorê tema dike bo ew tevlî rêzên wê bibin li hember mûçeyên bilind û padaştên din.

Ew dibêjin ku vajî van angaştan, ev yek bi tenê xizmeta rejîma Îranî û Pasdaran dike, yên ku ciwanan weke ardû bo awatên xwe yên berfirehxwazî li herêmê bi kar tînin.

Gelek ciwan ji bajarokê Meyadînê yê li rojhilatê Sûrîyayê di encamê de tevlî milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran ên li herêmê bûn, çalakgerekî ji Dêra Zorê bi navê Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku padaşt bi ser ket û bala hejmarek ji ciwananên Meyadînê kişand, "ên ku dest ji xizmeta xwe bi milîsa Hêzên Berevanîya Niştimanî ya girêdayî rejîmê berdan û li şûn wê tevlî milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran bûn".

Padaştên darayî endamên milîsa Hêzên Berevanîya Niştimanî ya ser bi rejîma Sûrîyayê ve tema kirin ku ew veqetin û tevlî refên milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran li Dêra Zorê bibin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Padaştên darayî endamên milîsa Hêzên Berevanîya Niştimanî ya ser bi rejîma Sûrîyayê ve tema kirin ku ew veqetin û tevlî refên milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran li Dêra Zorê bibin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Wî got ku gelek ji mucenedên nû tevlî milîseke ku Feyleqê Pasdaran bi taybet ji niştecîyên wê herîmê re ava kiriye bûne.

Temakirinên darayî hatine pêşkêşkirin, di nav wan de mûçeyên digihine 200 dolaran ligel dayînan, alîkarîyên hawarçûnê û misogirkirina ji alîyê Feyleqê Pasdaran ve ku rejîma Sûrî dê nede dûv wan.

Herwiha ji tecnîdbûyîyan re hatiye gotin ke ew dê ji erkê leşkerîya neçarî werin efûkirin.

Ebid got ku ev yek êdî baş berbiçav e li herêmê di dema dawî dehevdem ligel tengejî û girjîyên di navbera Pasdaran û rejîma Sûrîyayê û şopdarên wê de.

Wî got ku Ofîsa Ewlehîya Hevalan vê dawîyê çend belavok îlan kirin û tê de ragihandin ku dayîn dê bigihine hemû endamên milîsên Feyleqê Pasdaran.

Li gorî van daxuyanîyan, her endamê ku nû zewicîye dê 50,000 lîreyên Sûrî (97$) werbigire û her endamê ku zarokeke wî di vê sala dawî de ji dayin bûbe dê 200,000 lîreyên Sûrî (388$) werbigire.

Ebid got ku Ofîsa Ewlehîya Hevalan hemû dayîn û alîkarîyên darayî û yên din, herwiha kaxezên tecnîdkirinê jî xistine di destên xwe de

Ebid daxuyand ku milîsa nû ji welatîyên Elbû Kemal û Meyadînê, li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê, pêk tê û ew girêdayî Ofîsa Ewlehîya Hevalan e.

Ew milîs li Suweyiyayê ye, ya ku bûye devereke girtî ku bi temamî ji alîyê Feyleqê Pasdaran ve tê kontrolkirin, piştî ku kesên ne-dilsoz ji Feyleqê Pasdaran re ji malên wan hatin derxistin.

Angaştên efûkirina ji leşkerîya neçarî ne rast in

"Navnivîsîna ciwanên Sûrî di nav rêzên milîsên Îranî de bi tenê xizmeta Îran û Pasdaran dike," parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev milîs tên bikaranîn bo pêşxistina planên Îranê yên berfirehxwazî li Sûrîyayê û herêmê.

Wî daxuyand ku "Pasdaran ciwanên Sûrî dike çeteyên xwe û nakokî û tengejîyên hundirîn gur dike," û teqez jî kir ku "xebata bêwestîyan ya Pasdaran a tecnîdkirina ciwanan li devera sînorî awatên wê yên rasteqîn dibêvirîne".

Rejîma Îranî hewl dide kukontrola xwe li deverên Dêra Zorê yên li nêzî sînorê bi Îraqê re ne, yên mîna Meyadîn û Elbû Kemalê, biçesipîne, bo rêyekê bo Lubnanê û Deryaya Sipî veke ku ew karibe tê re çek û çekdaran veguhêze û bazirganîyê berfireh bike.

Besam got ku zêdetir jî, angaştên ku dê tecnîdbûyên nû dê ji leşkerîya neçarî bên efûkirin ne rast in.

"Vajî vê yekê, ew dê bi tenê heyma leşkerîyê dirêj bike ji ber ku hîn divê ew leşkerîya neçarî ya ew jê dereng mane bikin," wî got.

Di dawîya 2018an de, hêzên rejîma Sûrîyayêgiştîkirinek li Dêra Zorê der xistku tê de xwestin hemû Sûrîyên tevlî milîsên Pasdaran piştevanîya wan dike ku xizmeta xwe di van milîsan de rawestînin û berê xwe bidin navendên leşkerîya neçarî û leşkerîya yedek.

Ev biryarname rastî dijberîya kesên ku doz li wan hat kirin ku tevlî leşkerîyê bibin hat, ji ber ku rejîmê û Pasdaran soz dabûn wan ku ew heyma ew di nava milîsan de biqedînin dê ji heyama leşkerîya wan a neçarî bê kêmkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500