Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Xiristyanên Îraqê pîrozbahîyên Krîsmasê nakin weke dilsozî bi xwenîşandanan re

AFP

Xiristyanine Îraqî li pîrozbahîyekê amade ne êvara Krîsmasê li Kenîseya Tahir a Mezin li bajarokê Qereqoşê li parêzgeha Nînewayê, di 24ê Kanûna Yekema 2018an de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Xiristyanine Îraqî li pîrozbahîyekê amade ne êvara Krîsmasê li Kenîseya Tahir a Mezin li bajarokê Qereqoşê li parêzgeha Nînewayê, di 24ê Kanûna Yekema 2018an de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Serokê Kenîseya Kasolîkî ya Kildanî Sêşemê (3yê Kanûna Yekem) ragihand ku ew dê pîrozbahîyên Krîsmasê li dar nexin weke rêzgirtin ji kesên ku di xwenîşandanên dawî de hatine kuştin û birîndarbûne.

Xwenîşandanên girseyî paytexta Îraqê û parêzgehên başûrî yê welat hejandin û dor 430 kes di wan de mirine û 20,000 kes birîndarbûne.

Xwenîşandan bi piranîya li deverên ku piranîya nifûsa wan Şîe ye li dar in, lê Sêşemê, beşekî mezin ji komelgeha Xiristyanî dilsozîya xwe derbirîn kirin.

"Dê darên Krîsmasê li kolanan û kenîseyan neyên danîn, û dê pîrozbahî li petrîyarkîyê neyên lidarxistin," serokê komelgeha Kasolîkên Kildanî, Petrîyark Lowîs Rafaîl Sako ragihand.

Sako biryar stand "weke rêzgirtinê ji kesên kuştî û birîndar re, yên di nava xwenîşanderan û hêzên ewlekarîyê de, û weke hevxemîyê bi azarên malbatên wan re".

Di demekê de ku xwenîşandan derbasî meha xwe ya sêyem dibin, komelgehên din ên ne Şîe jî dilsozîya xwe bi wan re derbirîn.

Li bajarê Mûsilê ku piranîya wê Sûnî ye merasîmên bo rêzgirtina birîndarên li başûrê Îraqê hatin lidarxistin û parêzgeha Selahedînê sê roj şînî li ser qurbanîyan ragihandin.

Bi sedan xwendekar li bajarê Kerkûkê, yê ku pir-netewe ye, derketin meşê.

NY haydarîyê derbarê tundîyê dide

Şandereke NY Sêşemê haydarî da ku berdewambûn di bikaranîna tundîyê li dijî sivîlan li Îraqê "nayê qebûlkirin" û bang li rêberên Îraqê kir ku bi lez bersiva awatên gelê Îraqê yên têkildarî guhertinê bidin.

"Êdî dem li pêşîya rêberên siyasî pir kêm e û divê ew xwedan helwest bin," Jeanine Hennis-Plasschaert, şandera NY bo Îraqê, di vîdyoyekê pêşkêşkarî de bo Encumena Ewlekarîyê ya NY got.

Şandera NY got ku bêhtir ji 400 kesî hatiye kuştin û bêhtir ji 19,000 kesî birîndarbûye di nava du mehan de ji nerazîbûnan li Îraqê.

Heftîya borî, serokwezîrê Îraqê Adil Ebdul Mehdî xwe ji kar bi dûr xist ji ber pêla xwenîşandanan, û Sêşemê rayedarên Îraqî li Bexdayê di civînê de bûn bo dîtina çareserîyekê ji vê qeyranê re.

Hennis-Plasschaert haydarî ji hewlên qezenckirina demê da "bi rêya çareserîyên demikî û tedbîrên serkutker... ji ber ev bi tenê dê hêrsa cemawerî gurtir bikin".

"Piranîya herî gelek a xwenîşanderan aştîxwaz in û bêwan in," Hennis-Plasschaert got. "Her awayekî tundîyê nayê qebûlkirin, û divê ew baldarîyê li ser daxwazin rewa ên çaksazîyê bi dûr nexin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çima na? Ma em ne Îraqî ne û xwîna û niştîmana me ne Îraqî ye?! Sipas!

BERSIV BIDE