Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Alîyên Îraqî danûstandinan li dor serokwezîrekî nû dikin hevdem ligel şepêla dijberîya li hember Îranê

Faris Omran û AFP

Xwenîşanderine Îraqî nîşana serketinê bilind dikin hevdem ku agir di qunsulxaneya Îranê li bajarê Necefê yê Îraqî de gur dibe, roja 27ê Mijdarê. [Heyder Hemdanî/AFP]

Xwenîşanderine Îraqî nîşana serketinê bilind dikin hevdem ku agir di qunsulxaneya Îranê li bajarê Necefê yê Îraqî de gur dibe, roja 27ê Mijdarê. [Heyder Hemdanî/AFP]

Alîyên hevrik ên Îraqî pêkanîna hikûmeteke nû Duşemê (2yê Kanûna Yekem) nîqaş dikirin, piştî ku kabîneya hikûmetê hat rûxandin ji ber tevgereke nerazîbûnê ya cemawerî ku ev du meh in dewam dike û doza guhertinên bingehîn dike.

Piştî salekê weke serokwezîr, Adil Ebdul Mehdî heftîya borî dest ji kar berda piştî destêwerdaneke dramatîkî ji hêla lêvegerê olî yê bilind ê Şîe Ayetulah Elî Sîstanî ve.

Ev yek piştî pêleke tundîyê ku heta aniha canê 420 kesan çinîye hat -- ku piranîya gelek ji wan xwenîşander bûn.

Parleman Yekşemê bi fermî ji Serok Berhem Salih xwest ku kandîdekî din bide pêş, li gorî destûra Îraqî.

Xwenîşanderine Îraqî agir bi qunsulxaneya Îranê li bajarê Necefê, li başûrê Îraqê, dixin roja 27ê Mijdarê. [Wêne di medya civakî de belav bûye]

Xwenîşanderine Îraqî agir bi qunsulxaneya Îranê li bajarê Necefê, li başûrê Îraqê, dixin roja 27ê Mijdarê. [Wêne di medya civakî de belav bûye]

Lê hêzên hevrik ên Îraqî derbasî danûstandinên dûvûdirêj û dabeşkirina postan dibin berî ku biryarên fermî werin standin.

Danûstandin li dor serokwezîrekî nû dest pê kirin berî istîfakirina fermî ya Ebdul Mehdî, çavkanîyeke siyasî ya girîng û rayedarekî hikûmetê ji AFP re eşkere kirin.

"Civîn berdewam in," çavkanîya siyasî got.

Çavkanîya siyasî û rayedarê hikûmetê teqez kirin ku alîyên siyasî hewl didin ku hikûmeteke "veguhêzer a demikî" pêk bînin ku serpreştîya hemwarkirinên di pergala hilbijartinan de bike berî pêkanîna hilbijartinên parlemanê yên pêşwext.

"Proses dê herî kêm şeş mehan dirêj bike, bo amadekarî ji hilbijartinên nû re li gorî komîsyoneke hilbijartinan a nû," berpirs ragihand.

Êrîşkirina li ser qunsulxaneya Îranî

Hevdem, xwenîşanderan xwenîşandan li Bexdayê û herwiha li başûrê Îraqê li parêzgehên Dîwanîya, Hila, Kut û Necefê berdewam kirin.

Necef derengîya şeva Yekşemê ji ber pevçûnên di navbera xwenîşanderan û çekdarên ku gora zaneyekî olî yê Şîe diparêzin hat hejandin.

Di dawî derbirîna hêrsê de, xwenîşander li dor qunsulxaneya Îranê kom bûn -- ku hatiye valakirin -- li bajarê Necefê derengîya Çarşemê (27ê Mijdarê).

Wan hawar dikir "Îran derve, Îran derve", dema ku wan ku agir bi kevçûkên otombîlan xist berî êrîşî qunsulxaneyê bikin, û beşinan jê bişewitînin û ala Îraqî li şûn ala Îranî bilind bikin.

"Destêwerdana Îranê di karûbarên Îraqî gelek Îraqî bi hêrs kirin," xwenîşanderekî ciwan li Necefê wiha got.

"Şewitandina qunsulxaneyê nameyeke zelal e ji Îranê re ku divê ew rola xwe li Îraqê reçav bike," wî haydarî kir.

Şervanên êlan daketin kolanan bo parastina aştîyê, û hêminîyek li bajar sibeha Duşemê berqerar bû.

Ev duyem qunsulxaneya Îranê ye ku rastî êrîşa xwenîşanderan tê ji dema destpêkirina tevgereke cemawerî ya bihêrs di 1ê Cotmehê de li dijî hikûmeteke gendel û felc.

Yekem carê wiha bi awayekî vekirî, xwenîşanderan li Bexdayê û başûrê Îraqê yê neseqamgîr Îran bi destêwerdanê tawanbar kirin.

Ew dibêjin ku Îran pir gelek destêwerdanê di siyaseta Îraqî dike, û xwedan hejmûneke ne pêwîst e di nav hêzên çekdar de û ew pîşesazîyên Îraqî felc dike bi rêyamiştkirina bazaran bi keresteyên xwe.

Xwenîşanderan bi pêlavên xwe li wêneyên Qasim Sulêmanî, fermanderê Hêza Qudis a Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û zilamê Tehranê li Îraqê, dan.

Çavkanî dibêjin ku Sulêmanî roleke girîng û serekî gerand di qayilkirina hêzên Îraqî de ku piştevanîya xwe ji serokwezîr Adil Ebdul Mehdî re berdewam bikin, vê yekê jî xwenîşander û nerazîbûyî bêhtir bi hêrs kirin.

Hêrs li Îraqê berfireh dibe

Pisporê stratejîk Ala Naşû ji Diyaruna re ragihand ku hêrsa dawî ya li dijî Îranê "acizîyeke xuyayî û cidî ji zêdebûna desthilata Îranê raber dike."

Wî got ku rejîma Îranî ji şewitandinaqunsulxaneya Îranê li Necefê berpirs e, "ji ber polîtîkayên wê yên dijminkarî li dijî gelê Îraqê û berdewambûna wê di piştgirîkirina milîsên terorîst de hêrsa wan gur kir".

Wî anî ziman ku xelkên Kerbela û Necefê "pir acizîyan ji rejîma Îranê dikin ji ber ajandeyên wê yên têkder li dijî van herdu bajarên pîroz, yên ku weke navenda Şîeyan tên dîtin."

Naşû dîyar kir ku niştecihên Îraqî yên van bajaran êdî hest dikin ew xerîb in, ji ber ku Pasdaran û milîsên girêdayê Îranê bi hev re li ser xurtkirina hejmûna xwe û herwiha kontrola li ser sazîya olî kar dikin.

Naşû got ku acizîya Îraqîyan ji rejîma Îranî ew e ku ew destwerdanê di karûbarên hundirîn ên welat dike û ji ber ew hewl dide eqîdeya Wîlayet el-Feqîh bisepîne, ku banga dilsozîya ji rêberê bilind ê Îranê, Elî Xameneyî re dike.

Wî daxuyand ku Îran dixwaze "nasname, çand û rayekên dîrokî yên Îraqî tune bike, û Îraq bike peyreweke Îranê û dest deyne ser samanên wê."

Naşû anî ziman ku "xelkê Îraqê îroj rasterast bi rejîma Îranê re rû bi rû mane, ji ber ew dixwazin bervanîya welatê xwe li hember Îranê bikin, çavkanîyên xwe yên talankirî vegerînin, û di aramî û xweşîyê de bijîn."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500