Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Necef ji ''destêwerdana biyanî" di karûbarên Îraqî de ne kêfxweş e

Faris Omran

Îraqî li jêr monûmenta Tehrîrê li navenda Bexdayê xwenîşandanê dikin û daxwaz dikin ku dawîyek ji destêwerdana biyanî di karûbarên welatê wan de were danîn û herwiha daxwaza mercên jîyanê yên baştir dikin. [Diyaruna]

Îraqî li jêr monûmenta Tehrîrê li navenda Bexdayê xwenîşandanê dikin û daxwaz dikin ku dawîyek ji destêwerdana biyanî di karûbarên welatê wan de were danîn û herwiha daxwaza mercên jîyanê yên baştir dikin. [Diyaruna]

Zanayê olî yê bilind ê Şîeyên Îraqê haydarî da aktorên biyanî ku ne destêwerdanê di karûbarên Îraqî bikin û ne jî vîna xwe li ser xwenîşanderan ferz bikin, yên ku ji meha dawî ve rijane kolanan û daxwaza welatekî azad û serbixwe dikin û herwiha daxwaz dikin ku gendelîya berfireh were bidawîkirin.

"Ne kes ne jî kom, ne alîyekî xwedan dîtineke taybet û dîyarkirî, ne jî aktorên herêmî û navdewletî vîna gelê Îraqê raber dikin û ne jî vîna xwe li ser milet disepînin," Ayatulah Elî Sistanî di gotara xwe ya heftîyane de, ku ji hêla nûnerekî ve li bajarê Kerbelayê yê pîroz roja 1ê Mijdarê hat xwendin, got.

Lêdwanên wî piştî belavbûna raportên ku dibêjin fermandarê Hêza Qudis a Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê,Qasim Sulêmanî, serdana Bexdayê kir, berî du rojan ji civîneke nepenî bi serokên milîsên ser bi Îranê ve, tên.

Şirovekar dibêjin ku daxuyanîyên Sistanî ligel dengên Îraqîyan ên ku destêwerdana Îranî di karûbarên welatên xwe de şermezar dikin hevkok in, û didin zanîn ku Îran berpirs e ji kambaxbûna rewşa welatên wan.

Xwenîşander li meydana Tehrîrê li Bexdayê kom dibin û daxwaza welatekî azad û serwerîdar dikin. [Diyaruna]

Xwenîşander li meydana Tehrîrê li Bexdayê kom dibin û daxwaza welatekî azad û serwerîdar dikin. [Diyaruna]

Xeys Temîmî, lêkolînerê di warê hizra Îslamî de û zanayê olî yê berê li Necefê, got ku Sistanî di gotara xwe ya dawî de bal kişand ser destêwerdana Îranî û wî herwiha qala destêwerdana herêmî û navdewletî kir, bi taybetî helwestên wan ji xwenîşandanan.

"Zelal e ku Îran cihê gazinan e ji ber ku ew bandoreke mezin li rewşa Îraqê dike," wî got.

Wî daxuyand ku Îran yekane welat e ku xwenîşandanan weke "xeterîyeke mezin" reçav dike, bi taybetî ji dema ku van xwenîşandanan bi awayekî vekirî asta nerazîbûna Îraqîyan ji destêwerdana wê raber kirin.

Xwenîşandan Îranê nîgeran dikin

Temîmî got ku rejîma Îranî pir nîgeran e ku xwenîşandanên aniha li dar berfireh bibin û ziyanê bighînin bandora wê li Îraqê.

Wî got ku ev yek rast e ji ber ku xwenîşander bang bo Îraqeke azad û serbixwe dikin, û ew serî li ber gefên komên bihêz ên ser bi Pasdaran ve nadeynin.

Wî got ku sloganên niştîmanperwerî yê mîna (Me welatek divê) û (Ez ji bo mafên xwe derketime xwenîşandanê) di xwenîşandanan de hatin gotin, gefê li planên Pasdaran ên gurkirina tayifgerîyê û xurtkirina şepêla olî dikin.

Wî teqez kir ku rejîma Îranê bi bin ket di avakirina hebûneke bihêz de ji xwe re di nava civaka Îraqî de, û da zanîn ku heta bi Îraqîyên li parêzgehên başûrî yên ku weke hevalbendên Îranê tên dîtin li dijî destêwerdana wê di karûbarên wan de, ew destêwerdana ku bi tenê bela û nerehtî ji wan re peyda kir.

Wî got ku ev binketin nîşaneke din e ku Îran nikare hegemonîya xwe li ser desthilata olî ya Şîe li Necef û Îraqê bisepîne.

Komara Îslamî îdyolojîya Wîlayet el-Feqîh li Necefê û li tevahîya herêmê dide pêş, ya ku banga şopdarîya ji Walî el-Feqîh -- Rêberê Blind ê Îranê, Elî Xameneî dike.

Temîmî teqez kir kudesthilatên olî li Necefê pêşwazîya bandor û karîgerîya îdyolojî ya Îranê nekirinû bi awayekî berfireh îdyolojîya Wîlayet el-Feqîh red kir.

Kêfnexweşîyeke cemawerî li hember karîgerîya Îranî

Helwesta Sistanî got ku her destêwerdaneke biyanî red bike "erênî ye û kêfnexweşîya cemawerî li hember karîgerîya Îranî raber dike", şirovekarê siyasî Xazî Feysel Husên ji Diyaruna re ragihand.

Husên ku di gotara xwe de, Sistanî piştgirê daxwazên xwenîşanderan ên çaksazîyê, nehiştina gendelîyê, û belavkirina bi yeksanî ya samanan û misogerkirina xizmetguzarîyên giştî bû.

Sistanî herwiha teqez kir ku Îranê bi tenê dikarin çarenivîşa xwe dîyar bikin, û wî piştgirîya xwe ji daxwazên wan ên bidawîkirina destêwerdana biyanî re ragihand.

Husên teqez kir ku Îraqî hejmûna Îranî di welatê xwe de weke "dagirkarî" dibînin, ku armanca wê ew e ku pasdaran û milîsên wê serdest bin, û serwerîya yasayê were binpêkirin û tundî û tayifgerî werin gurkirin.

Wî got ku milîsên Îran piştevanîya wan dike hewl didin ku aborîya Îraqê û welatên din ên li herêmê wêran bikin di rêya noqkirina wan di deyn, inflasyon û zehmetîyên aborî, bo ew karibin bi hêsanî proseya siyasî yan wan welatan kontrol bikin û dest deynin ser samanên wan.

Îraqîyên ku li kolanan belav bûe "hêrsa xwe li hember rola Îranê di wendabûna samanên xwe yên niştîmanî û bihêzbûna milîsan li nava welat de, ku ev yek bû encama berbelavbûna gendelîyê, kambaxbûna xizmetguzarîyên giştî, bilindbûna rêjeya hejarîyê, kêmbûna asata jîyanê û zêdebûna rêjeya bêkarîyê".

"Milîs nefta me didizin bo aobrîya Îranî baş bikin," wî got. "Ew projeyên girîng dereng dixin û samanên kiştûkalî têk dibin bo Îraq bê çar bimîne û neçar be ku berhemên çandinîyê ji Îranê bîne."

"Îroj, Îraqî daxwaza mafên xwe dikin û dixwazin ku dawîya destêwerdana Îranê û bandora Pasdaran û peyayên wê bibin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedayo, vî miletî ji vê kerbê û xemgînîyê rizgar bike!

BERSIV BIDE