Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Belgehên hewalgirîya Îranê yên eşkerebûyî hejmûneke "mezin" li Îraqê nîşan didin

AFP

Raportên rojnamevanî yên li dor belgehên eşkerebûyî yên hewalgirîya Îranî kûrahîya bandora Îranê li Îraqê teqez dikin, ku xwenîşanderan Tehran bi destêwerdanê û binpêkirinê tawanbar kir. [Diyaruna]

Raportên rojnamevanî yên li dor belgehên eşkerebûyî yên hewalgirîya Îranî kûrahîya bandora Îranê li Îraqê teqez dikin, ku xwenîşanderan Tehran bi destêwerdanê û binpêkirinê tawanbar kir. [Diyaruna]

Duşemê (18ê Mijdarê) raportên rojnamevanî yên li dor belgehên eşkerebûyî yên hewalgirîya Îranî kûrahîya bandora Îranê li Îraqê teqez dikin, ku xwenîşanderan Tehran bi destêwerdanê û binpêkirinê tawanbar kir.

Raportên rojnameyên New York Times û Intercept dibêjin ku bi sedan belgehên ji Wezareta Ewlekarîyê û Hewalgirîyê ya Îranê wêneyeke zelal û zengîn derbarê hebûna Îranê li Îraqê peyda dikin, û nîşan didin ku wezaretê destê xwe danîye ser hewalgirîya serbazî ya Îraqî.

Raportan hewl da ku hestên xwenîşanderên li seranserê Bexdayê û başûrê Îraqê piştrast bikin, xwenîşanderên ku li dijî hikûmeta niha û piştevanên wê yên li Îranê ne.

"Îran destêwerdanê di karûbarên welatên me de dike," xwenîşanderekê wiha got. "Lê em, xelk, rayedar in."

Alîgirên Hevpeymanîya Fetih a Îraqî, ku hevpeymanîyeke ji milîsên ser bi Îranê ve pêk tê, li gotareke Hadî Amirî, serokê Rêxistina Bedir û serokê Hevpeymanîya Fetih, guhdar dikin di çarçoveya kampanyaya hilbijartinan de li Bexdayê di 7ê Gulana 2018an, berî hilbijartinên parlemanî li Îraqê. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Alîgirên Hevpeymanîya Fetih a Îraqî, ku hevpeymanîyeke ji milîsên ser bi Îranê ve pêk tê, li gotareke Hadî Amirî, serokê Rêxistina Bedir û serokê Hevpeymanîya Fetih, guhdar dikin di çarçoveya kampanyaya hilbijartinan de li Bexdayê di 7ê Gulana 2018an, berî hilbijartinên parlemanî li Îraqê. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Xwenîşander, jineke Îraqî, got ku Îran ji Înê ve rû bi rûyî pêleke xwenîşandanan dibe, piştî bilindbûneke mezin di nirxên sûtemenîyê de.

"Birûska ku li Îraqê dest pê kir gihişt Îranê," wê got.

Raport hûragahîyên destêwerdanê eşkere dikin

Rojnameyên New York Times û Intercept gotin ku wan dora 700 rûpelan ji raportên ku bi piranî di salên 2014an û 2015an de hatin nivîsandin di ber çavan re derbas kirine, ku wan ew ji çavkanîyeke nehênî wergirtine.

Çavkanîyê got wan xwest ku "rê bidin cîhanê ku bizane Îran çi bi serê welatê me Îraqê dike".

Raportên medyayî dibêjin ku belgehên eşkerebûyî "wêneyeke giştgîr nîşan didin ku çawa Tehran bi tundî hewl daye ku destêwerdanê di karûbarên Îraqî de bike, û ew herwiha rola bêhampa ya Qasim Sulêmanî raber dikin".

Sulêmanî, serokê Hêza Qudis a Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê zilamê Tehranê yê herî xuyayî ye li Îraqê û gelek caran serdana Îraqê dike di dema hebûna giriftên siyasî de.

Îran wê "dewleteke sîxur" dibîne

Îran û Îraq derbasî cengeke wêranker bûn ji sala 1980 heta bi sala 1988 û pir dijmin bûn di serdema diktator Sedam Husên de.

Gelek opozîsyonerên Îraqî di serdema rejîma Sedam de li Îranê bi cih bûn û dîsan ew derbasî jîyana siyasî li Bexdayê bû piştî rûxana rejîmê di sala 2003an de.

Lewra Îran xwedan têkilîyên baş e bi nifşê nû yê siyasetvanên Îraqî re û vê yekêalîkarî kir ku ew hêzên serbazî pêk bîne di nav de tora hêzên serbazî yên li jêr sîwana Heşda Şaebî.

Ew herwiha hevparekî bazirganî yê mezin e, ku kehrebe û gaza sirûştî, yên girîng bo sektorê wizeyê yê Îraqî yê wêranbûyî, herwiha pêdivîyên din dififoşe, bigire ji fêkî û heta bi secad û otombîlan.

Îranê gelek operasyonên hewalgirî yên berfireh pêk anîn bo parastina vê bandora kûr, li gorî raportên New York Times û Intercept.

Armancên wê yên serekî ew bûn ku "Îraqê ji herifandinê biparêze û rê li ber peydabûna Kurdistaneke serbixwe bigire, ligel gelek armancên stratejî yên din".

Raporta New York Times got ku "bayex û girîngîya mezin," li ser wê yekê bû ku "Îraq dewleteke sîxur ji Îranê re bimîne û piştrast bike ku hêzên siyasî yên ser bi Tehranê ve di desthilatdarîyê de bimînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500