Nûçeyên Iraqê

Şandeya NY bo Îraqê ofîsa xwe li Mûsilê vedike

Şandeya Alîkarîyê ya NY bo Îraqê (UNAMI) Pêncşemê (19êÎlonê) ofîsa xwe li Mûsilê vekir da ku alîkarîya niştecîyên Nînewayê bike û di xebatên pêkanîna aramîyê de li bajarên rizgarbûyî beşdar bibe.

"Vekirina ofîsê nişaneke balkêş e, gaveke ku dê alîkarîya me kûr bike, hevahengîya me qayim bike û têkilîya berdewam bi NY re ji bo hemû kesên sûdwergêr re peyda bike," Nûnera Taybet ya NY Sekreterê Giştî ya NY li Îraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert di şahîya vekirinê de got.

Serokê encumena parêzgeha Nînewayê Seydo Çeto got ku ev gav dê alîkarîyê bi 750,000 kesên bêwar re yên hewcedarîya wan bi van xizmetguzarîyan heye bike.

"Em hêvî dikin ku ev ofîs dê bi giştî xizmetguzarîyan ji xelkên Nînewayê re dabîn bike, herwekî ku bêtirî 750,000 kesên bêwar hewcedarîya wan bi xizmetguzarîyan heye," wî got û anî ziman "gelek dever ziyan gihaye wan û hewcedarîya wan bi nûavakirinê heye".

Wî anî ziman ku em hêvî dikin ku NY dê alîkarîyê bike di rêya vê ofîsê re da ku xelkên bêwar vegerin malên xwe û Nînewayê ji nû ve ava bikin.

"Hikûmeta Nînewayê ya xwecihî serkeftinên mezin di sektorên cuda de bi cih anîn," Hennis Plasschaert got. Divê em li ser van xebatan ava bikin "di rêya pêşkêşkirina alîkarîyên darayî û rewiştî, bi taybet piştî bicihanîna wan alîkarî bi kesên bêwar re kir ku vegerin, û aborî han da û rewşa ewlehî baş kir".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500