Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pasdaran şerê Sûrîyayê bi kar tîne bo vekirina rêyeke qaçax di Dêra Zorê re

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran li gundewarê parêzgeha Dêra Zorê tên dîtin. Feyleqa Pasdaran rêyên qaçax li Dêra Zorê ava dike da çek û çekdaran rê bike. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Endamine milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran li gundewarê parêzgeha Dêra Zorê tên dîtin. Feyleqa Pasdaran rêyên qaçax li Dêra Zorê ava dike da çek û çekdaran rê bike. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) şerê Sûrî bi kar tîne bo ajandeyên xwe yên herêmî, ew jî di rêya avakirina rêyên qaçax li Dêra Zorê da çek û çekdaran derbas bike, çalakgerekî mafên mirov ji Diyaruna re eşkere kir.

Pasdaran bi giranî li deverên gundewarên Ebû Kemal û Meyadînê belav dibe "da rêyên piştgirîya leşkerî û lojistîk bi dest bixe û rêne ne qanûnî bibîne da milîsên xwe li herdu welatan pev girêde," parêzerê Sûrî Beşar Besam ji Diyaruna re got.

Pasdaran li ser xurtkirina kontrola xwe li van deveran dixebite, ku li nêzî sînorê bi Îraqê re ne, di rêya pêşkêşkirina pereyan da sivîlan serbaz bike ku ew li ser guhartina demografîk jî dixebite û propogandaya mezheba Wîlayet el- Feqîh dike, wî got.

Niştecihên Ebû Kemalê bi darê zorê koç bûn ku IRGC û kompanîyên girêdayî wê, ew neçar kirin , ku ew "hemû cure fişar pêk tînin da herêmê ji xelkê wê vala bikin û li şûna wan malbatên xwe bi cih bikin," Besam di Tîrmehê de ji Diyaruna re gotibû.

Bulldozereke Feyleqê Pasdaran giran ji axê çêdike, ku dîwarên HESCO li paş wan tên xuyakirin û wêneyên herdu rêberên Îranî yên aniha û yê berî, Xûmeynî û Xamenayî, li dergeha çepera Feyleqê li gundewarê Dêra Zorê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Bulldozereke Feyleqê Pasdaran giran ji axê çêdike, ku dîwarên HESCO li paş wan tên xuyakirin û wêneyên herdu rêberên Îranî yên aniha û yê berî, Xûmeynî û Xamenayî, li dergeha çepera Feyleqê li gundewarê Dêra Zorê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Wî dîyar kir ku li deverên ku şerê bi awayekî demkî rawestîyaye, Pasdaran hebûna xwe xurt dike ji dêvla wan radestî rejîma Sûrî bike ku hema hema hebûa wê li herêma Ebû Kemalê maye.

Zêdebûna tengejîyê li rojhilatê Sûrîyayê

Feyleqê Pasdaran û milîsên girêdayî wê hewl didin alozîya li rojhilatê Sûrîyayê bimîne ji ber dengên hebûna wê red dikin bilind dibin, Besam got û destnîşan kir ku pêşbînî heye ku dijberî xurttir bibe li dijî serçimandina ji alîyê Feyleqa Pasdaran "û dûrxistina ew kesên ku piştgirîya wê nakin"

Wî got ku jîngehek ku alozî tê de bilind be "weke sotemenîyê ye ji Feyleqa Pasdaran re, ya ku jê tê xwestin ku vê rewşê biparêze da bi awayekî berdewam berferihkirina xwe û rêyên ne qanûnî yên wê li wir ava kirine li devera Ebû Kemalê biparêze".

Wî anî ziman ku "bê wan rêyan, milîsên girêdayî wê dê ji hemû xetên dabînkirinê yên jîndar bêpar bimînin."

Besam daxuyand ku ev tişt girîng e bi taybet ji çaxê ku rewş li deverên ber bi Dêra Zorê ve dibin hatiye guhartin, mîna Deraa û gundewarê wê, cihê ku alozî careke din bilind dibe di nav opozîsyona çekdar û rejîmê de.

Ligel derbasgeha fermî ya ku Elbû Kemal û bajarokê Qayimê yê sînorî digihîne hev, Feyleqê Pasdaran xalake pişkinînê ya serbazî û derbasgeheke sînorî ya din li heman deverê ji bo berjewendîyên xwe yên taybet ava kir.

Besam anî ziman ku ev derbasgeh bi temamî ji alîyê Pasdaran ve tê kontrolkirin, rejîma Sûrî ti serperiştîyê li wir nake, li gorî şahidên bi çav dîtî, yên angaşt dikin ku ew destûrê dide sivîl û kemyonên serbazî û basên çekdaran bar dikin bi azadî derbas bibin."

Wî got ku Elbû Kemal tenê ye ew devera ku di rêya wê re Feyleqa Pasdaran dikare arezûya xwe ya berfirehkirinê bi cih bîne "arezûya ku deverên bazirganî yên Îranê bi Deryaya Spî re" di rêya Îraq û Sûrîyayê re girê dide.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Silav û rêz. Zelal e ku herkesê ji Xwedê ditirse li gorî fermanên Xwedan û rênmayên wî reftar dike. Lewra, dewletên Îran, Sûrîya, Îraq, Yemen, Lubnan, Felestîn, hwd. baş dizanin ku bi rêya yekîtî û hevgirtinê, ew dikarin li ber van dijminên tawanbar mîna Amerîka, Îsraîl û wekîlên wan li ber xwe bidin û wan ji welatên xwe der bînin. Lewra, Amerîka, Îsraîl, Erebistana Siûdî û Îmarat ew in tawankarên rasteqîn ên ku zarokan dikujin û desthilatdarîya xwe ya ku Xwedê daye wan bi kar tînin bo zulm û zordarîyê û li dijî xelkê herêmê; ne Îran dewleta rêzdar û bihêz ya ku berevanîyê li xwe û welatîyên xwe dike û dihêle ku welat û dewlet ji xapên dagirkeran haydar bin. Sipas!

BERSIV BIDE