Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Feyleqê Pasdaran hewl dide ku rêyeke bejî di Elbû Kemalê re veke

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Karwaneke basan derbasî Sûrîyayê dibe di rêya dergehê sînorî yê ku Feyleqê Pasdaran kontrola wî dike bi bihaneya ku ew dê serdana cihên pîroz bikin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Karwaneke basan derbasî Sûrîyayê dibe di rêya dergehê sînorî yê ku Feyleqê Pasdaran kontrola wî dike bi bihaneya ku ew dê serdana cihên pîroz bikin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) hewl dide ku kontrola xwe berfireh bike bi rêya kontrolkirina rêyên sereke yên bi dirêjahîya sînorên Îraqî û Sûrî bi armanca wê ya serekî ku rêyeke herêmî ya guhestinê ya bejî ava bike, pisporan ji Diyaruna re ragihand.

Wan got ku ev yek dê tevgera hêzên Feyleqê Pasdaran û milîsên girêdayî wê hêsan bike, û dê bihêle ku ew karibe çek, cebirxane û pêdivîyên din bo çeperên xwe yên cuda veguhêze.

Weke amûrekê bo vê armancê pêk bîne, Feyleqê Pasdaran û hevalbendên xwe bi awayekî tam dest danîne ser bajarê Elbû Kemal li parêzgeha Dêra Zorêya Sûrîyayê, yê ku cihê wî stratejî ye û li ser sînorê bi Îraqê re ye, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re got.

Wî got ku tev dergehê sînorî yê fermî, ya ku bajarokê Sûrî bi bajarokê Qaimê yê li ser sînorê Îraqî ve girêdide, Feyleqê Pasdaran xaleke pişkinînê ya serbazî û dergehekî sînorî yê din li heman deverê ava kiriye ji bo armancên xwe yên taybet.

Xeta trênê ya Îranî li nêzî sînorê Îraqî bendewarîya temamkirinê dike bo girêdana bi bajarê Besrayê yê Îraqê re. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Xeta trênê ya Îranî li nêzî sînorê Îraqî bendewarîya temamkirinê dike bo girêdana bi bajarê Besrayê yê Îraqê re. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Besam got ku ev derbasgeh bi temamî li jêr kontrola Feyleqa Pasdaran e, rejîma Sûrî ti serperiştîyê nake, li gorî şahidên biçavdîtî, yên angaşt dikin ku "destûr daye sivîl û kemyonên serbazî û basên ku çekdaran diguhêzin ku bi awayekî azad derbas bibin".

Bêwarkirina sivîlan bi darê zorê

Di heman demê de niştecîyên Elbû Kemalê bi zorê ji alîyê Feyleqê Pasdaran û milîsên girêdayî wê hatin bêwarkirin yên berdewam dikin "bi hemû awayan fişarê dikin da ku deverê ji niştecîyên wê vala bike û malbatên Feyleqê Pasdaran li şûn wan deynin", wî got.

Bandora vê yekê hebû ku dorpêçkirineke ewlehî li dora derbasgeha nû çêke.

Besam da zanîn ku Feyleqê Pasdaran dikare tenê bi rêya Elbû Kemalê "xewna xwe pêk bîne ku deverên bazirganî yên Îranî bi Deryaya Sipî ve girêde" di rêya Îraq û Sûrîyayê re.

Wî got ku hêzên din kontrola zincîra sînorî ya Sûrî û Îraqî ya mayî dikin, ev yek "xebatên Feyleqê Pasdaran ên bêçare şirove dike. ku bi awayekî tam Elbû Kemalê kontrol bike û hêzên serbazî yên din jê dûr bixe, di nav wan de hêzên rejîmê".

Herwiha Feyleqê Pasdaran hewl da ku derbasgehên di nav Îran û Îraqê de jî kontrol bike da ku xetên dabînkirinê ji milîsên xwe re li herêmê çêke û rêyan ji bo veguhestin û nobetkirina milîtanên xwe misoger bike, Şiyar Turko, ê pisporê komên girêdayî Feyleqê Pasdaran, ji Diyaruna re ragihand.

"Ji ber ku veguhestina cewî rastî çavdêrîyeke tund tê û gelek pere lê diçin eger em bidin ber veguhestina bejî, ev derbasgeh jîndar bûne," wî got.

Karîna bêwarîya di rêya bejî re ji Tehranê heta berava Sûrî di Îraqê re "destûrê dide Feyleqê Pasdaran ku xwe ji cezayên ku li ser hatine sepandin vedize û kel û pelan hawirde û hinarde bike", pisporê stratejî yê serbazî Yehya Mihemed Elî got.

Îran bi giranî xwe dispêre guhestina Deryayî, wî ji Diyaruna re got, bi vî awayî derbasbûna kel û pelên Îranî bo Îraqê di pişt re ber bi Deryaya Sipî ve dê "stûneke sereke be ji bo tevgera bazirganîyê û jêdereke girîng be ji bo bidestxistina pereyên ku bi zehmetî tên bidestxistin".

Xeta Trênê hêleborîya bigihîne hev

Elî got ku tev planên wê yên ku rêyeke bejî ava bike ya ku dê Îranê bigihîne berava Sûrî di rêya parêzgeha Enbarê ya Îraqê û parêzgeha Dêra Zêrê ya Sûrîyayê, Îran hêvî dike ku xeteke trênê bigihe Sûrîyayê di rêya bendergeha Besrayê ya Îraqî re.

Îran hewl dide ku bajarê Şelamçe yê Îranî li parêzgeha Xuzestanê bi Besrayê ve girê bide bi rêya xeteke trênê bi dirêjahîya 32 kîlomitran, û di pişt re Besrayê bigihîne bendergeha Laziqîyayê ya Sûrî.

Wî anî ziman ku Feyleqê Pasdaran bi awayekî tam projeyê bi rêya rêxistinên girêdayî xwe kontrol dike, Bonyad Mostazafan (Rêxistineke Kesên Tepeserkirî û yên Kêmendam)

Eger ev plan biçe serî, ew dê proseya dabînkirna çekan ji rêxistinên girêdayî Feyleqê Pasdaran re li Sûrîya, Îraq û Lubnan hêsan bike û dê bazaran li ber kel û pelên Îranî bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500