Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Berpirs heydarîyê didin ku jinên DAIŞî ne "kevok in"

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Beşekî mezin ji kampa Holê li parêzgeha Hesekê li Sûrîyayê jinên DAIŞî vedihewîne, gelek ji wan hîn bi îdyolojîya tundrew a DAIŞê bawerdar in. [Wêne ji Azad Dudekî hatiye wergirtin]

Beşekî mezin ji kampa Holê li parêzgeha Hesekê li Sûrîyayê jinên DAIŞî vedihewîne, gelek ji wan hîn bi îdyolojîya tundrew a DAIŞê bawerdar in. [Wêne ji Azad Dudekî hatiye wergirtin]

Lêkolîneke nû dibêje ku jinên tundrew ên li Ewropayê yan ên ku ji deverên li Îraq û Sûrîyayê vegerîyane divê weke "kevokan" li wan neyê nerîn lê belê weke milîtanên ku karin rolên girîng bilîzin di êrîşan de, berpirsên kampa Holê li Sûrîyayê jî wiha dibînin.

Lêkolîna ku li Brûselê Çarşemê (11ê Îlonê) ji hêla koma ne hikûmî ya navenda wê li Slovakyayê GLOBSEC hat ragihandin, datayên 326 tundrewên Ewropî yên ku ji 2015an ve hatine girtin, dîportkirin yan jî kuştin seh kirine.

Lêkolîn gihişt encama ku tevî ku jin û keç hindikahîyeke biçûk bûn di nava yên ji wan re tê gotin "çekdarên terorîst ên biyanî", gelek ji wan hîn gefeke mezin in.

Raportê got ku ji 43 jinên gumanbar di lêkolînê de, haletên "plangêrên êrîşan, tecnîdkarên çalak ên jinên cîhadî, propagandager hebûn û herwiha ya ku jê re tê gotin efserê lojistî" a ku çekdar bi cih dikirin.

Jineke DAIŞî ji alîyê xebatkarekî tenduristî yê Heyva Sor a Kurdî ve tê dermankirin. [Wêne ji Heyva Sor a Kurdî hatiye wergirtin]

Jineke DAIŞî ji alîyê xebatkarekî tenduristî yê Heyva Sor a Kurdî ve tê dermankirin. [Wêne ji Heyva Sor a Kurdî hatiye wergirtin]

Jinên DAIŞê tev zarokên xwe bendewarîyê dikin bo wergirtina derman li kampa Holê li parêzgeha Hesekê li Sûrîyayê. Lêkolînekê dîyar kir ku tundrewên jin ên li Ewropayê yan yên ji Îraq û Sûrîyayê vegerîyane divê weke "kevokan" neyên dîtin belê weke milîtanên ku dikarin roleke girîng di êrîşan de bilîzin. [Wêne ji Heyva Sor a Kurdî hatiye wergirtin]

Jinên DAIŞê tev zarokên xwe bendewarîyê dikin bo wergirtina derman li kampa Holê li parêzgeha Hesekê li Sûrîyayê. Lêkolînekê dîyar kir ku tundrewên jin ên li Ewropayê yan yên ji Îraq û Sûrîyayê vegerîyane divê weke "kevokan" neyên dîtin belê weke milîtanên ku dikarin roleke girîng di êrîşan de bilîzin. [Wêne ji Heyva Sor a Kurdî hatiye wergirtin]

Wê bal kişand ser hewleke ji hêla şaneke jinan ve bo teqandina Katedraya Notre Dame li Parîsê berî sê salan û herwiha xebatên vê dawîyê ji hêla endamên jin ên girtî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên ji Ewropayê bo destpêkirina kampanyayên temwîla bihevreyî.

"Êdî zelal e ku bêhtir ji nîvê her 40 jinên ku di lêkolînê de cih girtine ne 'kevok in', ji ber ku rola ew di toren terorîst de digerînin pir pêşketîye," raportê got.

"Ne bi tenê jin û dayîk in"

Hatiye zelalkirin ji berpirsên kampa Holê re, li rojhilatê Hesekê, ku gelek ji jinên DAIŞê ne bi tenê jin û dayîk in, berpirsekî Heyva Sor a Kurdî Azad Dudekî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku karê wan ligel DAIŞê ji erkê hisbayê ("polîsê şerîetê") û pagerên çekdar û herwiha çalakîyên lojistî yên mîna tecnîdkirina li ser internetê pêk dihat.

Gelek ji wan jinan, Sûrî û ji netewên biyanî jî, hîna şopdarên îdyolojîya tund a rêxistinê ne û fermanên wê di nava kampê de pêk tînin.

Wî got ku ew tund in heta asta tawankarîyê, û bal kişand ser danûstandina wan a sert bi jinên hewl didin ku rêxistinê bi dûr kevin û herwiha amje bi êrîşên li ser pasîvanên bi parastina wan hatine erkdarkirin kir.

"Beşê kampa Holê yên ku jinên DAIŞê vedihewîne yek ji cihên herî xeternak e," Dudekî got, û da zanîn ku şênîyên herî radîkal ew in ên ku hatine kampê piştî ku rêxistin ji Baxozê hat derxistin.

Wî got ku wan tîmên Hisbayê pêk anîne ku herkesê ne li gorî fermana wan be ceza dikin, û da zanîn ku herî kêm kuştina du jinan hatiye qeydkirin, ên ku hatin kuştin ji ber wan nîqab nema li xwe kir.

Wan herwiha rêgirî li jinên din kir ku bi tena xwe tedawîyê û pişkinîna nûjdarî werbigirin, û yawer ji Hisbayê ji hemû nexweşan re dîyar kirin.

Wî got ku hejmarek ji haletên tomarkirî yên jinên ku kêr li pasevanan dane hene û ew di nav jinên din de wenda bûn, ew hemû jî nîqabê li xwe dikin, lewra pir zehmet e ku ew werin naskirin.

Girêdan di navbera tawankarîyê û tundrewîyê de

Lêkolîna GLOBSEC têkilîya di navbera tawanê û tundrewîyê şirove dike, û da zanîn ku gelek çekdarên tundrew berî aniha tawan encam dane û pişt re ew hatine radîkalkirin.

Raportê got ku sêyeka haletên hatine lêkolînkirin çekdarên biyanî bûn, yên ku li Ewropayê "rola karsazên cîhaî yan şana karêzmatîk yan jî lîderên torê digerînin".

Di dema raberkirina raportê de, berpirsên Yekîtîya Ewropayê yên têlikdarî polîtîkayê ewlehî hatin xeberdarkirin ku piranîya yên ku li Ewropayê bi tawanên terorîzmê sûcdar in berê xwe dane encamdana tawanan piştî serbestberdana wan.

Xebatên nehiştina tundrewîyê bi piranî neserkeftî bûn.

"Stafê Holendî piştî çend salan ji xebatê karî bi tenê du mînakên zindanîyên ku dest ji hizirên tundrew berdane bide," Bart Schuurman, lêkolînerekî di warê ewlehîyê de li Zanîngeha Leiden li Holandayê, ku di raportê de cih girtiye, wiha got. "Di piranîya haletan ew estem e û nepêkan e."

Wî da zanîn ku gengeşe li dor hewlên bidawîkirina tundrewîyê dewam dikin, lê "ez bawer nakim ew bisûd bin".

Wî û hineke din ku li ser raportê kar kirine gotin ku karbidestên zindanê giranî didan veqetandina tundrewên xeternak ji kesên din bo ew wan jî radîkal nekin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500