Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Niştecihên Baxozê qala kêfxweşîya xwe ya piştî qewitandina DAIŞê dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine medyayê li nêzî avahîyekê li Baxozê ku ala Hêzên Sûrîyaya Demokratîk li ser li ba dibe piştî ragihandina rizgarkirina tevahîya herêmê ji DAIŞê radiwestin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Niştecihên parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê ji Diyaruna re gotin ku ew bi dawîanîna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kêfxweş in, piştî ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) dawîn asêgehên rêxistinê li Baxozê têk birin.

Berpirsên hevbendîya Erebî-Kurdî dibêjin ku sivîlên Sûrî bi temamî bi QSDê re alîkar in, nemaze tiştê ku bi vegera wan a deverê ve girêdayî.

Wan biryar di destên QSDê de hiştin, bi soza ku kengî dever ewle bibe da vegerin.

Dawîhatina kabûsa DAIŞê "xewneke ku piştî demeke dirêj bû rastî", sipas bo QSD û hevpeymanîya navdewletî, niştecihê Baxozê Mihemed Kemal Hemade wiha ji Diyrauna re got.

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk konferanseke çapemenîyê bo ragihandina rizgarkirina dawîn molgeha di destê DAIŞê de bû li Baxozê li dar dixe. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk konferanseke çapemenîyê bo ragihandina rizgarkirina dawîn molgeha di destê DAIŞê de bû li Baxozê li dar dixe. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Şervanên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk li dawîn çeperê ku berê cihê endamên DAIŞê bû li Baxozê rediwestin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Şervanên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk li dawîn çeperê ku berê cihê endamên DAIŞê bû li Baxozê rediwestin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamên DAIŞê yên ku di dawîn saetên şerê rizgarkirina Baxozê de xwe radest kirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamên DAIŞê yên ku di dawîn saetên şerê rizgarkirina Baxozê de xwe radest kirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Hemade got ku niştecihên ku piştî derbasbûna DAIŞê revîyan "pir kêfxweş" in û qurbanîyên QSD yên giranbuha yên hatine û tên dayîn bi nirx dibînin.

Hemade dîyar kir ku ew li gorî fermanên QSD tevdigerin, bi taybetî tiştê girêdayî vegera wan, li benda bidawîhatina operasyonên ramaliştin û paqijkirina cebilxane û mayînên ku DAIŞê çandine li deverê.

Karê ku divê were kirin

Efserekî QSD bi navê Fîras Xoca rehetîya xwe anî ziman ji ber şerê li dijî asêgehên DAIŞê li Baxozê dawî lê hat.

Xoca ji Diyaruna re eşkere kir ku şer hîn bi dawî nebûye, ku tenê hebûna rêxistinê ya serbazî bi dawî bû, û gelek kar û xebat tê xwestin, di nav de şopandina şan û endamên DAIŞê yên ku dibe di siberojê de ewlekarîyê qels bikin û sivîl û xebatkarên serbazî bikin aramnc.

Wî anî ziman ku "nîgeranîya herî mizin di rojên pêş de dê bandora berdewam a îdyolojîya rêxistinê be, ku di mejîyê piranîya xelkê herîmê de hatiye çandin û, ew dê her bimîne gef eger hat paşguhkirin."

Xoca ragihand ku têkbirina vê îdyolojîya jehrîn aniha dê tewereke serekî be, û da zanîn jî ku hevkarî bi niştecihan re li dar e bo bidawîkirina şerê li dijî DAIŞ, bi taybet li ser enîya îdyolojî.

Xoce daxuyand ku operasyonên ramaliştinê û xebatên rakirina mayînan li devera Baxozê berdewam in bo ewlekirina rêyên serekî.

Wî got ku ev xebat dê di demeke nêzî de pêk werin bi perasyonekê bo ewlekirina rêyên neserekî da bihêlin sivîl vegerin malên xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500