Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Di hundirê Holê de, jinên DAIŞê xwe bi xeyalan ve girêdidin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Jin û zarok li kampa Holê tên dîtin, kampa ku bi hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê dihewîne. [Wêne ji Ajansa North Press hatiye wergirtin]

Jin û zarok li kampa Holê tên dîtin, kampa ku bi hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê dihewîne. [Wêne ji Ajansa North Press hatiye wergirtin]

Heta piştî têkçûna serbazî ya kirêt û girtina wan di kampeke bêwarîyê de, ya li jêr pasvanîya giran, hin jinên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hîn xewna wan heye ku "xîlafet" dê çêbibe, berpirsên kampê radigihînin.

Hin ji wan reftar dikin weke ku serokatîya DAIŞê -- di nav deEbû Bekir Bexdadî yê bazdayî bi xwe -- hîn têkilîyê bi wan re dike û fermanan dide wan, efserekî Hêzên Sûrya Demokratîk (QSD) bi navê Ferhad Xoca got.

Ev yek bi awayekî eşkere dîyar e, wî ji Diyaruna re got.

DAIŞ rastî têkçûneke kirêt hat, çekdarên wê yên mayî bazdayî ne, û Bexdadî, yê hîn veşartî ye, tenê du nameyên deng par weşandin, nameyên dagirtî gotara vala û bêhêvîtî.

Komeke jinên DAIŞê û zarokên xwe di nav konan de rawestiyane li kampa Holê ya bêwarîyê li parêzgeha Hesekêya Sûrîyayê. [Wêne ji North Press Agency hatiye wergirtin]

Komeke jinên DAIŞê û zarokên xwe di nav konan de rawestiyane li kampa Holê ya bêwarîyê li parêzgeha Hesekêya Sûrîyayê. [Wêne ji North Press Agency hatiye wergirtin]

Jinên li kampa Holê yên angaşt dikin ku têkilîyên wan bi serokatîya DAIŞê re hene hawara xwe digihînin Bexdadî û fermandarên wî weke hewldanekê bo xurtkirina desthilatdarîya xwe di hundirê kampa girtî û ya li jêr çavdêrîya giran.

Wî anî ziman ku bi vî awayî, ew hewl didin ku zêdemafîyê ji xwe û zarokên xwe re misoger bikin, lê bi awayekî çalak jinên din ji bazina xwe dûr bixin.

Çalakger Emar Salih ji Diyaruna re ragihand ku hîn jinên DAIŞê li kampa li gundewarê başûrê Hesekê reftar dikin weke ku weke çawa hîn "xîlafet" heye.

Hîn ev jin bi qanûn hişk ên rêxistinê pêbend in, di nav wan de qanûnê kincan ê tund û sepandina cizayan ser her kesê hewl bide ku xwe veqetîne.

Wî got ku jinên DAIŞê tîmên hisbayê çêdikin ("polîsê olî") da jinên gunehbar ceza bikin, û not kir ku herwiha jinên DAIŞê li Holê hewl didin ku sûdê ji rûmala medyayî li kampê wergirin da ku sloganên DAIŞê hildin.

Wî got ku tevî her tiştê ku qewimî, di nav de hilweşana DAIŞê,ev jin xwe bi xeyalên xwe ve girê didin , û di reftarên xwe de dîyar dikin heta çi astê ew ji alîyê rêxistinê ve hatine hînkirin.

Rêxistindarîya tundrew a bêwate

Xoca da zanîn ku hin tundrewên jin ên biyanî bi ser ketin ku xwe bixin serê hiyerarşîya kampê de, di pişt wan re Îraqî û dûv re Sûrî.

Piranîya van jinan jinên "emîrên" DAIŞê û çekdarên biyanî ne.

Wî teqez kir ku di heman demê de, jin li alîyê din ji ber danûstandinên wan tê cezakirin ji alîyê tîmên el-hisba ya jixweber xwe destnîşan kiriye "da ku jinên din bi wan bitirsînin".

Xoca not kir ku ev tîm qanûnên hişk li ser jinên din disepînin li kampa Holê, bi taybet dema ku jin tevlî berdestîkên bijîşkan, perestar, pasvan û peyger û rojnamevanên ku serdana kampê dikin dibin.

Wî daxuyand ku jinên paye nizm, bi taybetî jinên çekdarên rêxistinê yên paye nizm, di rewşeke tirsê de dijîn ji ber desthilatdarîya jinên tundrew ên biyanî li ser wan.

Tîmên hisbayê hewl didin ku kontrolê bikin heta asta ku hin jinên li dijî fermanên wan rabûn hatin kuştin an rastî ziyana cesteyî hatin.

Jinên tundrew ên li kampa Holê "gelekî hov in û bi berdewamî li seranserê kampê digerin", û ji nîzîk ve çavdêrîya her tiştî dikin, berpirsê Heyva Sor a Kurdî Azad Dûdikî ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku gelek bûyerên lêdanê li kampê hatin qeydkirin,bi taybet di pevçûnên ku çêbûn de dema ku pasvanan hewl da ku berevanîya jinên ku rast cezayên laşî tên bikin.

Wî daxuyand ku vê yekê tevlihevî li kampê çêkir, û gelek caran rewşeke tengavîyê encam da da ku pasvan karibin kampê kontrol bikin û aramîyê û rêkbûnê vegerînin.

Jinên Holê ji "rastîyê dûr in"

Gelek jinên DAIŞê di hundirê Holê de "xuyaye ku yekcar dûrî rastîyê ne bê çi li derveyî kampê diqewime", Dûdikî got, û "mukir nayên bi tiştên ku li derve çêdibin".

Ew li gor xeyalê xwe kar dikin ku ya jê re tê gotin "xîlafet" hîn heye û bi xêr e û qebûl nakin ku tu tiştî berevajî vê yekê bibihîzin, heta ji dûr ve, derbarê têkçûna rêxistinê, wî anî ziman.

Di hevpeyvîneke bi AFP re, Um Suheyb, bîjineke çekdarekî Tûnisî yê DAIŞê ye, angaşt kir ku ew hat Holê tenê "ji ber fermanên Bexdadî".

Ev nêzî sê salan e ku wê malbata xwe li Îraqê nedîtiye, wê ji ajansa nûçeyan re got, lê ne dîyar e ku ew dixwaze ku vegere welatê xwe, û dibêje hêvîya wê tenê ew e "vegera 'xilafetê" ye da ku ew karibe "li wir bi cih bibe".

Îraqê têkçûna serbazî ya DAIŞê di dawî sala 2017an de îlan kir. Di Adara vê salê de, QSD îlan kir ku DAIŞ ji Baxozê hat derkirin, parçeyê erdê yê dawî ku rêxistinê li Sûrîyayê kontrol dikir.

Um Suheyb, ya ku di nav girtîyên rêxistinê yên dawî li Baxozê de bû, di nav bi deh hazarên xelkê de bû, ku piranîya wan jin û zarok bûn, ên ku bi kemyonan ber bi kampên ku Kurd wan bi rê ve dibin li bakur û rojhialtê Sûrîyayê hatin guhestin.

Bi giştî, 12,000 biyanî -- 4,000 jin û 8,000 zarok -- aniha di kampên mîna van de dijîn, li gorî desthilatdarîya Kurdî.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ew ne hêjayî jîyanê ne. Bi Kaebê û bi rûmeta hemû kesên pak û rast, ew hêjane ku werin kuştin an sêdarekirin, ne bi werîsan, lê belê bi heman rêya hovane yan wan, bi şewitandina wan bi saxî li pêş çavên xelkê.

BERSIV BIDE