Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Xwarin û derman digihin kampa Rukbanê ya Sûrîyayê

Welîd Ebul li Xêr li Qahîrayê

Ceyş Mexawîr el-Sewre û berpirsên NY bi karwana hewarçûnê ya mirovî re tên dîtin berî di 3ê Mijdarê de derbasî kampa Rukbanê bibe. [Wêne ji Jeş Mexawîr el-Sewra hatiye wergirtin]

Ceyş Mexawîr el-Sewre û berpirsên NY bi karwana hewarçûnê ya mirovî re tên dîtin berî di 3ê Mijdarê de derbasî kampa Rukbanê bibe. [Wêne ji Jeş Mexawîr el-Sewra hatiye wergirtin]

Hestekî aramîyê li kampa bêwarîyê ya Rukbanê ya Sûrî ya nêzîkî sînorê Urdinî peyda dibe, Ji çaxa ku NY û Heyva Sor a Erebî Sûrî karwaneke alîkarîyê roja Şemîyê (3ê Mijdarê) anî, karkerekî hewarçûnê got.

Dan, dana yekem ji Kanûna Duwem ve, hewl dide ku alîkarîya mirovî ji 50,000 kesî re dabîn bike li kampa nefermî li başûr û rojhilatê Sûryayê, AFP ragihand.

Bêtirî 70 kemyonan dora 10,000 pakêt xwarin, kîsên ard û cil gihandine 18,000 zarokan li kampê, Heyva Sor got.

Herwiha alkarîya digihe pêdivîyên zarokên nû jidayikbûyî ji 1,200 zarokan, pêdivîyên bijîşkî û pêvekên xwarinê ji zarok û jinan re dabîn dike, wî anî ziman.

Alîkarîya mirovî ji meha 10an ve cara yekem li kampa Rukbanê hat belavkirin. [Wêne ji Jeş Mexawîr el-Sewra hatiye wergirtin]

Alîkarîya mirovî ji meha 10an ve cara yekem li kampa Rukbanê hat belavkirin. [Wêne ji Jeş Mexawîr el-Sewra hatiye wergirtin]

Ji 10 mehan de ji çaxa ku dana alîkarîyê ya dawî giha Rukbanê, şert û mercên jîyanê li kampê xirab bûn heta asteke trajîk, karkerê hewarçûnê li kampa Rukbanê Tariq Nuêmî ji Diyaruna re got.

Wî got ku gelek zarok ji ber kêmbûna xwarin û guhdana bijîşkî mirin.

Meha Bûrî, keçeke çar mehî mir ji ber jehrîya xwînê û ziwabûnê û kurekî pênc salî ji ber jehrîya xwênê û bedxwerîya dijwar mir, li gor UNICEF.

Belavkirina xwarinê dest pê dike

Belavkirina alîkarîyê roja Duşemê dest pê kir piştî barê barkêşkê danîn, vê yekê hestê aramîyê li cem niştecîyên kampê çêkir, Nuêmî got.

Wî got ku hemû tedbîr hatin pêkanîn da misoger bikin ku alîkarî bi awayekî yeksan hat belavkirin û nehêlin ku ti kes hewl bide tecawiz bike û alîkarîyê bo feydê bifiroşe.

Wî dîyar kir ku ji bo vê yekê, Jeyş Mexawîr el-Sewre , bi alîkarîya encumena xwecihê ya kampê, proseya belavkirinê misoger dike, û not kir ku herwiha wê rolek gerand di derbaskirina karwanê bo kampê.

Ceyş Mexawîr el-Sewre komeke Artêşa Azad a Sûrî (FSA) ye li devera (biyaban) Badiya Sûrî kar dike, ê ku roleke sereke di parastina niştecîyên xwecihî ji "Dewleta Îslamî" gerand.

Niêmî got.ku dabînkirina alîkarîyê ya nû û xizmetguzarîyên ku dê ji alîyê tîmê NY ve werin dabînkirin dê rewşê li kampê aram bikin.

Vaksînên zarokan

Wî got ku karwana ku ji 77 kemyonan pêk dihat metaryalê xwarinê, di nav wan de dan, zeyt, şekir, xwê û ard anî, ligel cilên zivistanê ji zarokên nûzayî û zarokan heta 14 salî re, pêdivîyên paqijîya malê, pêdivîyên bijîşkî û cawên plastîk.

"Proseya belavkirinê dê li ser sê qonaxan be yê ku teqrîben bi navendên niştecîkirinê yên sereke li Kampê diguncin, da misoger bikin ku alîkarîyê bigihe hemû niştecîyan," Niêmî got.

Wî got ku vê hefteyê dê were îlankirin derbarê vaksînkirina zarokên jêr pênc salan, ya ku dê dest pê bike dema ku navendên bijîşkî li seranserî kampê werin avakirin.

Li gor hevahengerê mirovî yê NY li Sûrîyayê, kampanîya vaksînê ya lezgîn dê dora 10,000 zarokan li dijî sorikan, polio û nexweşîyên kujer ên din vaksîn bike.

Herwiha amadekarî berdewam in bo avakirina navendên bijîşkî yên mayinde bo pêşkêşkirina guhdana tendirustî li kampê bi hevkarîya ligel UNICEF, Heyva Sor û birêveberîya kampê, Niêmî anî ziman.

Berdestbûna alîkarîyê

Mark Lowcock wekîlê Sekreterê giştî yê NY derbarê kar û barên mirovî, hefteya bûrî bala Encumena Ewlekarî kişande ser rewşa kampa Rukbanê, AFP ragihand.

Wî not kir ku rewş gelekî bêçare ye û got ku "raportên berdewam derbarê zarokên ku ji ber şert û mercên tendirustî yên xirab û kêmbûna guhdana tendirustî dimirin ".

Balyozê Ferensa François Delattre, ê ku rewş li Rukbanê weke "mêrdezmeyî" wesif kir, berdestkirina alîkarîyê barê li ser milên hemû alîyan bû.

"Nayê qebûlkirin ku rejîm ev du meh in nehêle karwanên hevbeş di nav ajansan de derbas bibin û stratîjîyeke cizayî deyne da ku alîkarîyê ber bi deverên 'aştîyê' ve bibin," wî got.

Karwan a yekem bû ku ji Şamê giha Rukbanê, piştî proseya danê ya dawî ji alîyê Urdinê ve di Kanûna Duwem de, "piştî wan misogerî ji hemû alîyan" hat bidestxistin, serokê Heyva Sor Xalid Hebûbatî di daxuyanîyekê de got.

"Alîkarîyên gihan hinek hewarçûn ji bêwaran re dabîn kir, lê eger ew rawestiya û bi awayekî rêzî berdewam nekir, kamp dê vegere rewşa xwe ya xirab," niştecîyê Rukbanê Ebû Kerîm ji AFP re got.

"Derbaskirina alîkarîyê dê krîza xwarinê çareser bike, lê hîn pirsgirêka tendirustîyê heye," wî got. "Gelek derd tê kişandin ji ber bijîşk, nexweşxane yan nexweşxaneyên meydanî yan cih ji alîkarîya seretayî re nîn e."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500