Nûçeyên Iraqê
Penaber

Alîkarîyên nû ji Kampa Rukabnê ya penaberên Sûrî re tên

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xebatkarên NY û Heyva Sor a Sûrî alîkarîyên hawarçûnê li kampa Rukbanê belav dikin. [Wêne ji Tariq Nuêmî hatiye wergirtin]

Xebatkarên NY û Heyva Sor a Sûrî alîkarîyên hawarçûnê li kampa Rukbanê belav dikin. [Wêne ji Tariq Nuêmî hatiye wergirtin]

Karwaneke alîkarîyên NY, ya yekemîn di çend mehan de, roja Çarşemê (6ê Sibatê) ber bi kampa Rukbanê ya Penaberan a li ser sînorê Sûrî- Urdinî ve çû.

Niştecihên kampa bîyabanî li jêr rewşine pir dijwar dijîn, ligel kêmmiqatebûna tenduristî û pêdivêyên xwarinê yên sereke yên dihêlin nexweşî belav bibin û gelek zarok ji ber serma û kêmxwarinê jîyana xwe ji dest bidin.

Di nîvê Kanûna Duyem de, NY got ku kêmbûna dîgreyên germahîyê û kêmmiqatebûna tenduristîheşt zarokên Sûrî li kampê mirî li paş xwe hiştin, AFP ragihand.

Birêveberê herêmî yê UNICEF Cirît Kapilyêr di wê demê de got ku "kêmbûna dîgreyên germahîyê û rewşên jîyanê yên dijwar li Rukbanê... jîyana zarokan pir dixin metirsîyê."

Betanîyên ku li konên Rukbanê berf girtibûn, hiştin ku azar û zehmetîyên penaberên Sûrî bêhtir bibin. [Wêne ji Tariq Nuêmî hatiye wergiritn]

Betanîyên ku li konên Rukbanê berf girtibûn, hiştin ku azar û zehmetîyên penaberên Sûrî bêhtir bibin. [Wêne ji Tariq Nuêmî hatiye wergiritn]

Kapilyêr got ku "di heyama mehekê de, herî kêm heşt zarok -- ku piranîya wan di bin çar mehan de bûn û yê herî biçûk tenê yeksaet bû-- mirin."

Kapilyêr anî ziman ku cemeda li kampa bîyabanî ya îzole, ku dora %80 ji 45,000 niştechan jin û zarok in, dihêle hejmara mirina dergûşan bilind bibe.

Xebatkarê rizgarkirinê yê Rukbanê Tariq Nuêmî ji Diyaruna re got ku nêzî 100 kamyonên ku bi alîkarîyan barkirî li gel karwaneke tenduristî roja Çarşemê li rex kampa Rukabanê danî.

Ev berî sê mehan bûku dawîn karwana alîkaryan derbasî kampê bûbû, Nuêmî got.

Karwan dereng ma

Nuêmî ragihand ku gerek karwana NY zû bihataya, lê belê ew hat gîrokirin ji ber alîyên şerker dem û rêya ku tê re derbas bibe, qebûl nekirin.

Wî got ku gerek karwan geşta xwe ji erdên li jêr destên rejîmê dest pê bikraya, paşê derbasî devera li jêr kontrola Ceyş Mexawîr el-Sewra bibaya.

Çekdarên Ceyş Mexawîr el-Sewra parastina tekûz ji karwanê re peyda kir gava ew di bîaybanê re derbas bû, û herwiha prosesa belavkirian alîkarîyan parast.

Nuêmî got ku wan herwiha banga parastina karwana ligel alîkarîyan, ku ji dora 250 endamên NY û Heyva Sor a Sûrî pêk tê kir.

Belavkirina alîkarîyan dê roja Çarşemê dest pê bike û dê heta sê rojan bidome.

Wî dîyar kir ku penaberên ji Benî Xalid û Mehîn dê yekmîn nofê ku alîkarîyan bistîne be, di pişt re dê grûpeke ji Tedmûrê û grûpek ji Umûr û Qeryetên be.

Nuêmî anî ziman ku "prosesa belavkirinê dabeşî sê qonaxan bû da gelemşe çênebe û herwiha bo prosesa belavkirinê asteng nebe."

Derzîkirina zarokên kampê

Karwan dê bo derzîkirina zarokan heftîyekê li kampê bimîne, belkî rojeke din jî bimîne eger derzî din hebin.

Wî got armanc ew e ku hejmareke mezin a zarokan were derzîkirin.

Nuêmî ragihand ku selikên xwarinê birinc, ard, şekir û sebzeyên qutîkirî dihundirînin, û selikên din pêdivîyên paqijîyê yên kesayetî dihundirînin.

Wî destnîşan kir ku "niştecihên kampê pir gerekdarî van alîkarîyan in."

Wî wiha bi dawî kir, ev alîkarî amûrên germkirinê ku alîkarîya niştecihên kampê bikin di vê sermayê de nahundirînin, da zanîn jî ku gelek kes di mehên borî de ji ber serma û kêmxwarinê mirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500