Nûçeyên Iraqê
Penaber

Niştecihên kampa Rukbanê rastî rewşine dijwar tên

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarok li kampa Rukbanê ya biyabanî lafîteyekê hildidin daku balê bikşînin ser rewşên zehmet ên ku rastî wan tên. [Wêne ji Tariq Niêmî hatiye wergirtin]

Zarok li kampa Rukbanê ya biyabanî lafîteyekê hildidin daku balê bikşînin ser rewşên zehmet ên ku rastî wan tên. [Wêne ji Tariq Niêmî hatiye wergirtin]

Çalakvanine Sûrî ji Diyaruna re gotin ku wan bangewazeke dest pê kiriye bo alîkarîkirin bi niştecihên kampa Rukbanê re li biyabana baûşrî ya li nêzî sînorê Urdinî di demekê de ku qeyrana mirovî li kampê kambaxtir dibe.

Wan got ku ev bangewazî piştî mirina zarokekî li kampê roja Pêncşemê (20ê Îlonê) hat, zarokê ne derman di hundirê kampê wergirt û ne bo derveyî kampê bo wergirtina tedawîyê hat veguhestin.

Kêmanî di pêdîvîyên jîyanê yên sereke de hene li kampa tejî xelk, ku dora 60,000 bêwarên ji şer revîyane li wir in, û xizmetên bijîşkî hatine sekinandin.

"Rewş li Rukbanê bi awayekî belî xerab bûye piştî girtina yekane navenda bijîşkî ya ku di hundirê kampê de dixebitî," xebatkarekî hewarçûnê bi navê Tariq Nuêmî wiha got.

Niştecihên Rukbanê kom bûne di dema belavkirina avê de. [Wêne ji Tariq Nuêmî hatiye wergirtin]

Niştecihên Rukbanê kom bûne di dema belavkirina avê de. [Wêne ji Tariq Nuêmî hatiye wergirtin]

Ev yek hişt ku nexweşî belav bibe û rewşa tunduristî ya nexweşên ku gerekdarî miqatebûna rojane ne xera bibe, mîna wan kesên ku ji nexweşîyên giran gazinan dikin weke nexweşîyên dil, şekir û gurçikan, wî ragihand.

Wî anî ziman jî ku kamp li jêr "dorpêçkirineke bêhnçikanî" ye ji hêla rejîma Sûrî û milîtanên bi ser wê ve, û dîyar kir ku hemû rêyên tên kampê hatine girtin.

Wî got ku ev rê berê ji bo pêdîvîyên bijîşkî û alîkarîyan bo kampê dihatin bikaranîn, tevî ku ew di demine dirêj de bûn di nav zayînan re, û da zanîn jî ku bi kêmanî wan hema pêdivîyên kampê bi cih tanîn.

Mirina zarok protest gur kir

Nuêmî anî ziman ku yek ji encamên girtina navenda bijîşkî mirina zarokekî bi navê Mihemed Etar bû.

Mirina wî hişt ku niştecihên kampê protestekê bi rêxist bikin bo daxwaza derbaskirina alîkarîya bijîşkî û vekirina yekane navenda bijîşkî bikin.

"Hejmarek çalakvanan rewşa Rukbanê dîtin, û biryar dan ku balê bikşînin ser kampê û rewşên wê yên xerab ên ku niştecih jê gazinan dikin, ji berî destpêka werzê zivistanê," Nuêmî ragihand.

"Êşa mezin bi werzê baran û sermaya dijwar re dest pê dike û herwiha berbelavbûna nexweşîyên ku pê re tên," wî got.

Wî got jî ku çalakvan wajûyan didin hev bo daxuyanîyeke hevbeş derxînin ku têkildarî rewşan xerab, û ew dê li hemû rêxistinên mirovî bên belavkirin û di platformên medyaya civakî yên cihêreng de bên weşandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500