Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Mexawîr el-Sewra mertaleke li hember DAIŞê li sêgoşeya sînorî ya Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şervanên Ceyş Mexawîr el-Sewra li devera sêgoşeya sînorî ya ku Sûrîya ji Îraq û Urdinê vediqetîne rahênan dibin. [Wêne ji ofîsa medyayê ya Ceyş Mexawîr el-Sewra hatiye wergirtin]

Şervanên Ceyş Mexawîr el-Sewra li devera sêgoşeya sînorî ya ku Sûrîya ji Îraq û Urdinê vediqetîne rahênan dibin. [Wêne ji ofîsa medyayê ya Ceyş Mexawîr el-Sewra hatiye wergirtin]

Ceyş Mexawîr el-Sewra, komeke ji Artêşa Azad a Sûrî li devera badîya Sûryayê (biyaban) kar dike, roleke girîng dilîze di misogerkirina ewlehîya sivîlan de li devera sêgoşeya sînorî ya Sûrîya, Îraq û Urdinê.

Têkilî di navbera herdu alîyan de xurt e ji ber piştgirîya ku Ceyş Mexawîr el-Sewar ji niştecîyên xwecihî û bêwarên navxweyî re dabîn dike, li hember gefên ku ji alîyê komên "Dewleta Îslamî" ên çalak li herêmê tên sepandin.

Kom bi awayekî sereke li devera jê re tê gotin zona şer li başûr û rojhilatê Sûrîyayê heye, devereke ku nîvtîra wê 55 kîlometr e, li dordora serbazgeha Tenfê li devera sêgoşeya sînorî.

Kampa penabera a Rukbanê ya Sûrî ya nefermî li wê herêmê dikeve.

Zarok li kampa Rukbanê çenteyan ji Ceyş Mexawîr Sewra werdigirin di çarçoveya kampanyayên hişyarkirinê yên derbarê girîngîya perwerdeyê de li kampê. [Wêne ji ofîsa medyayê ya Ceyş Mexawîr el-Sewra hatiye wergirtin]

Zarok li kampa Rukbanê çenteyan ji Ceyş Mexawîr Sewra werdigirin di çarçoveya kampanyayên hişyarkirinê yên derbarê girîngîya perwerdeyê de li kampê. [Wêne ji ofîsa medyayê ya Ceyş Mexawîr el-Sewra hatiye wergirtin]

Operasyon li dijî DAIŞê berdewam in

Di 19ê Tîrmehê de, Ceyş Mexawîr el-Sewra gelek endamên DAIŞê girtin li devera sêgoşe ya sînorî, endamên hewl didan ku ji Sûrîyayê birevin, Rêxistinê li ser rûpela xwe ya Twîtterê îlan kir.

Ew yek bo sedema girtina hejmareke çekdarên DAIŞê ji destpêka Tîrmehê heta 22, rêxistinê got.

Di 31ê Gulanê de, Ceyş Mexawîr el-Sewra bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletîdest danî ser veşartgeha narkotîk yê ku nirxê dora 1.4 mîlyon $ di operesyonên li dijî DAIŞê li dordora baregeha Tenfê.

Di veşartgehê de bêtirî 300,000 hebê Kaptagonê hebûnbenceke neqanûnî ye berdewam ji alîyê endamên DAIŞê ve tê bikaranîn," hevpeymanîyê got.

"Sivîl dizanin ku bi awayekî tam ji alîyê Ceyş Mexawîr Sewar ve tên parastin û dever bi saya pagerên rêxistinê yên berdewam ewle ye," peyvdarê Ceyş Mexawîr el-Sewra Mistefa Cerah ji Diyaruna re got.

Devera ku rûbera wê 55 kîlomitir e "tu endamên DAIŞê yan komên girêdayê rêxistinê tê de nînin", wî got, û wî anî ziman ku çi kesê hewl dide bi dizî derbasî deverê bibe ew yekser pê re didin û distînin.

Dabînkirina xizmetguzarîyên sereke ji niştecîyan re

Têkilîya Ceyş Mexawîr Sewra bi svîlên deverê, niştecî û bêwaran re heman e,"têkilîya wan pir baş e", Cerah got.

Wî got ku Ofîsa Karûbarên Sivîl alîkarîyê li gor şîyana xwe ji niştecîyan re dabîn dike. Ew nexweşxaneya Şamê bi rê ve dibe,nexweşxaneya ku li kampê ye, ya ku derman belav dike û guhdana bijîşkî ji niştecîyên kampê re dabîn dike tevî ku rîsorsên wan kêm in jî.

Herwiha Ofîs pêngavên hişyarkirinê derbarê girîngîya perwerdeyê û ku zarokan bişînin fêrgehan cîbicî dike.

Ofîs pêdivîyên fêrgehê ji şagirdan re dabîn dike, Jerah got, wê alîkarî kir di çêkirina rûniştekên fêrgehê bo fêrgeha el-Beyt el-Tedmurî di hundirê Rukbanê de.

Di heman demê de, "ofîs dabînkirina avê bêqutbûn misoger dike di rêya sazkirina û kolana bîrên irtîwazî, yên herwiha ji alîyê şivanan û bedewîyan ve jî tên bikaranîn di demsala havînê ya gelekî germ de li deverê", wî anî ziman.

Niştecîyê kampa Rukbanê Besam Igêdat têkilîya erênî ya di navbera Ceyş Mexawîr el-Sewra û niştecîyên xwecihî de vegerand dan û standina berdewam di nav her du alîyan de, niştecî jî şîretan li Ceyş Mexawîr el-Sewar dikin daku karibin ewlehîyê li kampê biparêzin.

Ew jî ji hêla xwe ve, Ceyş Mexawîr el-Sewra xizmetguzarîya dabîn dike mîna "misogerkirina dabînkirina avê ya berdewam, ya ku pêdivîyeke sereke ye bi taybet di mehên havînê de dema ku bîrên xwecihî diçikin, ligel xizmetguzarîyên tendirustî, derman û alîkarîya xwarinê, ev hemû tevî derfetên artêşê yên kêm", wî got.

Dxwazên gelektir

"Niştecîyên kampa Rukbanê komîteyên taybet çêkirin daku hevahengîyê bi Ceyş Mexawîr el-Sewra re bikin ku pêdivîyên sereke ji wan re misoger bikin," niştecîyê kampê Rehîf Xalidî got.

Wî got ku lê tevî alîkarîya ku ji alîyê Ceyş Mexawîr Sewra ve tê dabînkirin, rewş di hundirê kampê û devera derdora wê xerab e, bi taybet ji ber ku tu alîkarî ji alîyê rêxistinên navdewletî û xwecihî nagihin kampê.

Di 18ê Tîrmehê de, Ceyş Mexawîr el-Sewra ji rêxistinên hewarçûnê xwest ku xwarin û avê bînin kampê daku alîkarîyê bi niştecîyên wê re bikin, niştecîyên ku derdê nexweşîyan dikişînin "ji ber ava lewitî û kêm xawrinê", wê di twîtekê de ragihand.

Zarokên di hundirê kampê de daxwaza xwe ya taybet bo alîkarîyê ji civaka navdewletî re şand.

Di tomarkirineke vîdyo de li ser Înternetê hat weşandin di destpêka Gulanê de, keçeke piçûk li kampa Rukbanê stranekê dibêje derbarê derdê zarokan li kampê û bang li civaka navdewletî dike bo piştgirîyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê we bi ser bixe, ey qehremanên Îraqê!

BERSIV BIDE