http://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2017/06/22/feature-03

×
×
Terorîzm |

Wêrankirina DAIŞ ji mizgefta Nûrî ya Mûsilê re ''ragihandina têkçûnê" ye

Xalid Taî

Minareya xûz a mizgefta Nûrî ji hundirê mizgeftê ve tê xuyakirin di vê fayla wêneyê de. Herdu ji aliyê "Dewleta Îslamî" roja 21ê Hezîranê hatin wêrankirin. [Wêne ji Ensîklopîdya Serbazî ya Iraqî hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Mizgefta Mezin a Nûrî teqand û minareya wê ya xûz ku temenê wê 12 sedsal in roja Çerşemê (21ê Hezîranê) wêran kir beriya ku xwe ji wê vekişîne piştî ku hêzên Iraqî nêzîk bûn.

Minareya Hedba (piştxûz) a mizgeftê, cihê ku lîderê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî di sala 2014an de ji wir ya ku jêre tê gotin "xîlafet" ragihand, wêneya wê li ser pereyên Iraqî yên 10,000-dînarî hatiye xîzkirin û sembola herî sereke ya bajêr bû.

Di daxuyaniyekê de piştî belavbûna nûçeyê, Serokwezîr Heyder Ebadî wêrankirina rêxistinê ji mizgeftê re weke "ragihandineke fermî ya têkçûnê" binav kir, AFP ragihand.

Mizgefta dîrokî li nava Bajarê Kevin ê Mûsilê ye, dawîn devera ku di destê DAIŞ de maye, ku hêzên Iraqî ew ji Adarê ve dorpêç kirine.

Beriya ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve roja 21ê Hezîranê bê kavilkirin, Mizgefta Nûrî ya dîrokî li Mûsilê bi sedsalan pêşwaziya bilindahiya bajêr dikir. Wêne ji Ensîklopîdya Serbazî ya Iraqî hatiye wergirtin]

Minareya xûz a mizgefta Nûrî li Mûsilê, bi Hadba (piştxûz) tê naskirin bi sedên salan sembola bajar bû û li ser kaxeza 10,000-dinarên Iraqî hatiye xîzkirin. "Dewleta Îslamî" ew roja 21 Hezîranê teqand. [Wêne ji Ensîklopîdya Serbazî ya Iraqî hatiye wergirtin]

Lîderê "Dewleta Îslamî" Ebû Bekir Bexdadî ji minbera mizgefta Nûrî li Mûsilê tê xwarê piştî ku damezrandina "xîlafetê" ragihand, di vê wêneya ku ji vîdyoyeke Hezîrana 2014an de hatiye wergirtin.

[Ji Dosyoyê]

Şeva Çarşemê, hêzên Iraqî li nava Bajarê Kevin pêşve çûn û haziriyên êrîşekê li ser mizgeftê dikirin bo derxistina DAIŞ jê, û sikak û kolanên derdora mizgeftê ewle kirin.

Teqîn di demkê de qewimî ku hêzên Ajansa Dijî Terorê heta bi dorahiya 50 metran ji mizgeftê pêş ketin, fermandarê operasyonên Nînewa ferîq Ebdul Emîr Yarela got, li gorî daxuyaniyeke Yekîneya Medyaya Serbazî.

Yarela wêrankirina mizgetê û minareyê weke " tawaneke dîrokî" ya din ku DAIŞ kir wesif kir.

Têkçûneke sembolîk

DAIŞ beriya niha mizgeft bi teqemeniyan bombe kiribû, endamên parlemanê Iraqê Macid Xerawî, yê ku endamê komîteya berevanî û ewlekarî ye, got.

Rêxistinê hazirî kiribûn ku mizgeftê biteqîne herçaxê ku hêzên rizgarker nêzîk bibin "diyar bû ku dawîhatin nêzîk û jênerev bû ku dê hêzên me mizgeftê kontrol bikin", wî ji Diyaruna re got.

Wê plan nekiribû ku ji mizgeftê vekişe û wê bi selametî bihêle "û hêzên rizgarker bikaribin wê bikar bînin di ragihandina bidawîhatina şerê Mûsilê de", wî got, û herwiha "ji ber ku mizgeft xwedan girîngiyeke sembolîk di nav endamên DAIŞ de ye".

"Wan nedixwest ku vê hîmaya olî li ser pêyan bihêlin, cihê ku damezrandina xîlafeta wan lê hate ragihandin," wî got.

Bexdadî yekemîn derketina xwe li pêşiya xelkê di hucreya mizgeftê de roja 4ê Tîrmeha 2014an pêk anî, û "xîlafet" di roja Înê de ragihand û xwe weke "Xelîfê Muslimanan" destnîşan kir.

Wêrankirina Mizgefta Nûrî "mohreke din a şermiyê ye" li ser eniya DAIŞ, Xerawî got.

"Ev tawan ne tenê refleksa nerehetiya terorîstan dike, belê tehliya şikestina têkbir [a ew jiyan dikin] û sergêjiya wan nîşan dide," wî got.

"Dawîn cihê girîng li Mûsilê"

Ji dema dagirkirina Mûsilê û deverên derdora wê, DAIŞ cihên şûnwarî yên girîng û avahiyên dîrokî teqandin, di nav de ziyaretgeha Nebî Yûnisû herwiha bajêr kevin yê Nemrûd.

Minareya xûz a mizgeftê, ya bi navê Sultan Nûredîn Zenkî ku di sala 1172an paş zayînê de avakirina wê hatiye qedandin, semboleke nasnameya kultûrî ya Mûsilê bû.

Mizgeft "dawîn cihê dîrokî yê naskirî ku li Mûsilê mabû, piştî wêrankirina hîmayên kultûrî û mirovî yên din li bajêr", endamê encumena parêzgeha Nînewa, Ebdulrehman Weka, ji Diyaruna re got.

"Dema ku şer gihişte Bajarê Kevin, em pir ditirsiyan ku terorîst wî hîmayî wêran bikin an jî têk bidin," wî got.

Bi wêrankirina mizgeftê, "me mîratek jidest da ku bi sedsalan li ser pêya bû, tehediya pir dagirkeran kiribû û ji gelek şer û belayan bi dirêjahiya dîrokê selamet mabû", Weka got.

"Bi rastî cihê mixabiniyê ye ku dawîn beşê şerê rizgarkirinê dê bi tawanekê û kiryareke hovane ya terorîstan bidawî bibe, terorîstên ku dawîn hîmayê Mûsiliyan kirin hedef, û mizgefta wan bi vî hîmayî dihat naskirin," wî got.

Endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Hesen Şebîb got ku tirs hebû ku DAIŞ mizgeftê biteqîne, ji ber ku wê "beriya niha mizgeft, ziyaretgeh û goristan wêran kirine bêyî tu rêzgirtinekê ji olê re".

"Me texmîn dikir ku dibe DAIŞ di her kêliyekê de mizgeftê biteqîne," wî ji Diyaruna re got, da zanîn jî ku DAIŞ "gelek kiryarên kirêt kirine".

Qonaxeke reş li bajêr bidawî hat

Wêrankirina hovane ya Mizgefta Nûrî li Mûsilê pêleke hêrs û şermezarkirinê li Iraqê û seranserê cîhanê li pey xwe anî.

Êrîşa, ku nîşana "zihniyeta nexweşî û dilreşî ya çekdaran dide", bi awayekî berfireh weke "binketina fermî ya DAIŞ" lê hat nihêrtin, Şebîb got.

"Hebûna DAIŞ li bajêr hema bêje bidawî bûye," wî got. "Niha operasyonên rizgarkirina giringiyê didin çawa jiyana kesên li Bajêr Kevin dijîn biparêzin, ku hejmara wan dora 100,000 kesî ye."

"Piştî ku hukmê terorê nêzîkî bidawîbûnê be, hertişt dikare bê avakirin û vegerandin," wî got. "Tiştê ku nayê vegerandin rihê sivîlan e."

"Ev beşê tarî yê dîroka bajarê me wa bidawî dibe," wî got, tekez jî kir, ligel çend kesine din jî, ku pêwîst e mizgefta Nûrî "bi zûtirîn dem" dîsan bê avakirin, piştî bidawîhatina şer.

Tu vê mijarê diecibînî?
16

2 KOMÊNT

Rêbazên Komentan
Captcha
نزارکى ص. حامد | 2017-07-02

Bila hemû cîhan bizanibe ku wêrankirina cihên asawerên Mûsilê bi fermanên Cihûyan û serkêşên Cihû ne. Ez tiştekî din nabêjim.

BERSIV BIDE
HUSSAM | 2017-06-30

Hikûmeta navendî dixwaze Mûsilê ji nexşeyê rake. Delîlê qutebir ew e ku ew mûçeyên hemû karmendan nade û mûçeyên din ên ji ber bihaneyên dûrî aqil dereng mane. Bêguman eger wê dest bi dayîna mûçeyan kiribane, bajar dê ji nû ve hatibane avakirin, niştecîyên Mûsilê dê kesên li ser ketina bajar berpirsyar bûn ciza bikin,li gorî raporta parleman. Lê aniha, niştecîyên mûsilê dê berdewam bikin û li jêderekî mûçeyan bigerin, ew dê mijûl bibin daku derbara jîyanê ji malbatên xwe re misoger bikin, bi taybet ji ber ew kesên nûnerên wan di parleman û hikûmeta xwecihî de mîr û dizên DAIŞ in, û ji ber xwe şerm nakin. Xalek heye ez fêm nakim: Çima kîneke dijwar li dijî Mûsilê di dilên wan de heye? Xeyal bike ku Bexda sê mehan mûçeyan wernegire. Çi dê biqewime? Çi wateya wê ye eger ev sê sal in ku ew bêyî tu behaneyan nedayîna mûçeyan berdewam dikin, ji bilî sedema ku ber niha me anî ziman.

BERSIV BIDE